Piştî ku rayedarên PDK’ê li ser deriyê sînor yê Sêmalkayê rê li pêşiya ciwanên Rojavayê Kurdistanê girt û nehiştin ku ciwan derbasî Başûrê Kurdistanê bibin da ku piştgiriya çalakiya Mertalên Zindî ya ciwanên Başûr bikin û li dijî dagirkeriyê bisekinin, ciwanên Rojava bi daxuyaniyekê ku li ser deriyê sînor yê Sêmlka hate dayîn ragihandin ku wê vê çalakiya xwe veguherin çalakiya Mertalên Zindî û wê kon li ser sînor vegirin, ciwanan di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku heta ku PDK’ê wan derbasî Başûr neke wê çalakiya wan berdewam bike.
QAMIŞLO – Rayedarên PDK’ê şandeya Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê red kiribû û hevdîtina bi wanre qebûl nekiribû, ev yek carake din bû sedema ku rê li pêşiya ciwanan were girtin û piştgiriya çalakiya Mertalên Zindî ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK’ê ve vala were derxistin.
Berdevka Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê Amed Memo ji ajansa me ya Nûçe Ciwan re axifî û wiha got: Ji xwe em weke Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk di 21-7-2018an de bi daxuyaniyekê me ragihand ku emê çalakiyekê ji bo piştgiriya çalakiya Mertalên Zindî ya ciwanên Başûrê Kurdistanê li dar bixin û li ser vî esasî çalakiya me di 24-7-2018an de dest pêkir, em hatin deriyê Sêmalka û me xwest em bi rayedarên Başûr yên li ser deriyê Sêmalka hevdîtin bikin, lê hevdîtina me hate redkirin.
Ji ber vê yekê em helwesta PDK’ê şermezar dikin û emê her bi îsrar bin ku em çalakiya xwe pêkbînin.
Her wiha Endamê Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê Çekdar Dawê jî axifî û got: Ji xwe ev demeke êrîş li ser Başûrê Kurdistanê û Qendîlê ji aliyê Dewleta Tirk a dagirker ve tê kirin, ji ber vê yekê me wek ciwanên Rojavayê Kurdistanê xwest ku em piştgiriya vê berxwedaniyê bikin, derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û wekî mertalên zindî tevî çalakiya ciwanên Başûr bibin, lê rayedarên PDK’ê rê li pêşiya me girtin û hevdîtina bi şandeya me re qebûl nekirin, em dikarin vê yekê weke xiyanet bi navbikin. Ev dide diyarkirin ku hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê şirîkê van êrîşên li ser Gerîlayên azadiyê ye.