Hêzên Îranê li Merîwanê ku li sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de ye bi guleyan kolberekî din kuşt.
NAVENDA NÛÇEYAN – Di encama êrîşa hêzên Îranê li ser grubeke kolberan de kolberekî jiyana xwe ji dest da, êrîşa ku li herêma Mergur a nêzî gundê Şikil Ebadî pêk hat, kolberê bi navê Reşîd Mihemed Elî yê 34 salî hate kuştin.
Reşîd Mihemed Elî ku bi guleyên hêzên Îranê hate kuştin cenazeyê wî rakirin morga Nexweşxaneya Ûmrê.