Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) hatibû plan kir ku di navbera 26-29’ê Tîrmehê bê li dar xistin hate qedexe kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Federasyonê serî li walîtiya Tirk da, lê walîtiyê bersiveke neyînî da. Walîtiya Tirk îdîa kir ku festîval ‘rêxistinê fînanse dike û endaman jê re peyda dike’ ji ber vê yekê qedexe kir.
BEN: BÊ QEDEXEKIRIN JÎ…
Serokê Komîteya Amadekar a Festîvalê Alî Haydar Ben nerazîbûneke tund nîşanî qedexekirina festîvalê da û diyar kir ku wê sibe saet 18’an li meydana Seyîd Riza daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Ben got, bê qedexekirin jî wê serdana cihên pîroz ên baweriyê bikin û armanca festîvalê bi cih bînin.
Hêjaye gotinê ku walîtiya Tirk a li Dersimê ragihand ku 18. Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê hatiye qedexekirin.