d- Li Rojhilata Navîn Li Dijî Modernîteya Kapîtalîst Modernîteya Demokratîk
Di cîhana zêhnî ya Rojhilata Navîn de li ser modernîteyê têra xwe guftûgo hatine kirin. Ev guftûgo yan bi tenê li ser bingehekî teknîk û zanistî hatine kirin û hêmanên din li derve hatine hiştin an jî bi temamî ew qebûl kirine, lê yên van guftûgoyan dikin nizanin bi çi re rûbirû ne, û ji aliyê zanistî ve ji serwextbûna li vê yekê dûr in. Jixwe tercîh ne girêdayî wan bû. Modernîteya kapîtalîst weke hegemonya, çiqasî xwe li wan aland û bada, ji bilî pê re lihevkirinê çare nedîtin. Bêyî cudahiya fikra çepgir-rastgir, hê jî fikreke ji oryantalîzmê bihurî û xwe gihandî cîhaneke zêhniyetê, nîne. Pirr kêm fikir hene ku di nava modernîteya kapîtalîst de nehatibin helandin û pê re li hev nekiribin. Bêguman serketina di fikrê de nebe wê di jiyanê de jî serketin nebe. Ji ber ku me der barê dijberiya sîstemê de nirxandin di beşên berê de kiribû, bi tenê kengî hewce bikin em ê dubare bikin.
Bi paradîgmaya modernîteya demokratîk analîzkirina pevçûnan û krîza avabûnê û pêşkêşkirina çareseriyên muhtemel, mumkîn e. Yekparebûna dîrokî û asêtirbûna dewleta netewe, şensê pêkhatina çareseriyên muhtemel ên bi vî rengî hê zêdetir dikin.
1- Jeoçanda Rojhilata Navîn bi parçekeriya dewleta netewe re bi awayekî kûr di nava nakokiyê de ye, û ev yek hêzê dide meylên yekparebûn û entegrasyonê. Di ti dema dîroka xwe de herêm bi qasî di dema dewletên netewe de parçe nebûye. Parçebûnên pêkhatî jî di asta desthilatdariyê de mane, zêde bandor li jiyana çandî nekirine. Cihêrengî û cudahiyên dînî û etnîk bi hezarên salan di nava hev de man û ev bi yekparebûna jeoçandî ve têkildar e. Heta mezinbûnên hegemonîk ên têkildarî desthilatdariyê jî timî di nava herêmê de bi pêş ketine. Ji hegemonê destpêkê yê dîrokê nivîsandiye û qeyd kiriye Qralê Aqad Sargon heta bi hegemonya dawî ya Osmaniyan weke desthilatdarî jî aliyê zêde giraniya xwe nîşan daye yekparebûn e. Her hêza nû ya mezin û bilind bûye, bi lez bûye hêza herêmê.
Çi şaristaniyên bingeha xwe çîn û dewlet bin, çi jî şaristaniyên demokratîk ên nikarîbûne ji etnîsîte, dîn û mezheb bibihurin, bi tevahî weke çanda herêmî hebûn û şop hiştine. Nasnameyeke serê wê girtî ya şaristaniyê mîna li Japonya, Çîn, Hind û heta Brîtanyayê di jeoçanda Rojhilata Navîn de pêk nehatiye. Bêguman, tevî ku jeoçandên bi heman rengî li Efrîka û Emerîkayê hene jî bi qasî Rojhilata Navîn di asta şaristaniya navendî de pêşketî nînin. Hêmanên modernîteya kapîtalîst bi herdu meylên jeoçandên dîrokî yên herêmê re di nava pevçûn û nakokiyê de ne. Gelekî guftûgokirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn û bi ti awayî çaresernebûna wan, bi vê nakokiya kûr ve girêdayî ne.
Hêmanên bingehîn ên modernîteya demokratîk civaka ekonomîk, ekolojîk, exlaqî û polîtîk, jeoçanda herêmê esas digirin. Ev jeoçand çi hêmanekî parçeker ferz nake. Berevajî alternatîfên hêmanên parçeker ên heyî pêk tîne.
Modernîteya demokratîk di têgihiştina netewe de nerm e. Bi perspektîfa avakirina neteweyê ne li ser bingehê ziman, etnîsîte, dîn û dewletê, belê di nava xwe de hêmanên pirr ziman, etnîsîte, dîn, mezheb û pêkhatinên siyasî digihîne hev û bi roleke mezin a çareserker radibe. Li dijî têgihiştina netewe ya li ser bingehê etnîsîte, ziman, dîn, mezheb û dewletê, modernîteya demokratîk bi têgihiştina neteweya hevgirtî a bi pirr hêmanan li jeoçanda Rojhilata Navîn hîmê biratî û aştiya pêdivî pê heye, bi awayekî pirr bi hêz datîne. Dikare bê gotin, mirov dikare ji hersê dînên mezin ên yek xwedayî, ji her cure ziman, etnîsîte û pêkhatinên siyasî muteşekil milletekî mezin ê herêmê, ango neteweya Rojhilata Navîn jî çêke. Çawa neteweyekî Emerîka (DYE), neteweyê Ewrûpayê (YE) heye, neteweyê Rojhilata Navîn jî dikare pêk bê. Bingehê çandî yê vê yekê ji herdu blokan zêdetir derfet û îmkanan dide, û bi hêztir e. Pirsgirêkên hindikayî-pirranî, parçebûna neteweyên mezin (Ereb, Tirk, Kurd, Fars), tecrîda neteweyên piçûk têne hesibandin (gelên Ermenî, Cihû, Suryanî, Qafqas) dikare bi têgihiştina neteweyekî bi vî rengî mezin û serê wî nerm, çareseriyên nêzî îdealê bêne dîtin.
Gelekî eşkere ye ku paradîgmaya neteweya demokratîk xwediyê wê kapasîte û naverokê ye, dikare şer û pirsgirêkên ku yekdestdarên mêtinkar û desthilatdariyan bi awayekî hişk rê li ber wan vekiriye û zêhniyetên homojenker, şerker, milletperest, cinsperest, dînperest û pozîtîvîst ên dewleta netewe, ji holê rake.
Ya kapîtalîzm û îndustriyalîzm ferz dikin, ne bi tenê ekonomî û hawîrdorê li krîzan diqewimînin, li ser bingehê dewleta netewe parçe dikin û bi vî awayî gelekî zêde hatinê kêm dikin. Hêmanên ekonomîk û ekolojîk ên modernîteya demokratîk van bandorên girîng û neyênî bi tenê ji holê ranakin, di heman demê de hevgirtina ku pêdiviya civaka ekolojîk û ekonomîk pê heye jî pêk tîne, derfet û îmkanan dide hatina herî zêde û çarçoveya zirara herî kêm bide jî pêşkêş dike. Derfet û îmkanan dide her cure yekîtiyên kominî yên ekolojîk û ekonomîk ên li dora kominên cotkarî-av-enerjiyê pêk bên, dîsa derfetê dide palpiştiya ku pêdiviya civaka ekolojîk û ekonomîk pê heye û çanda dîrokî ferz dike, pêşiyê li bêkariyê digire, xebatê azadbûn dihesibîne û rê vedike li ber nîzamekî bereketê mumkîn dike.
Hêmanên civaka exlaqî û polîtîk a modernîteya demokratîk, ji hegemonya dewleta netewe ya fetîşîzma desthilatdarî û huqûqê diafirînin, dibihurin û bi vî awayî rê li ber pêşketina civaka demokratîk vedikin. Li şûna yekdestdariyên desthilatdar ên bi nasnameyên hişk û serê wan girtî yên jeopolîtîka herêmê parçe û bêber dikin, bi têgihiştina siyaseta demokratîk, nerm, serê wê li herêmê û heta nava dinyayê vekirî radibe, di nava hevgirtina xwe de cihêrengî û cudahiyan dihewîne û bi vî awayî xuşk û biratiya gelekî pêdivî pê heye, mumkîn dike.
2- Li ser bingehê van analîzên sereke, em dikarin der barê hevgirtin û yekbûna neteweyên demokratîk de pêşniyarên berbiçav bikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku modernîteya kapîtalîst rê li ber wan vekiriye, di rabihuriya nêz de yekîtiyên mîna Pakta Bexdayê, CENTO û RCD (Rêxistina Hevkariya Herêmî ya Pêşdebirinê) ji ber sedemên wan ên binyewî, tê zanîn çareserker û temendirêj nebûn. Rêxistinên mîna Yekîtiya Ereb û Rêxistina Konferansa Îslamî RKÎ ku dixwazin hê jî li ser piyan bigirin, ji bo ti pirsgirêka girîng a herêmê çareseriya wan nîne û bê tesîr in, û ev xusûs jî ji ber wesfê wan ê dewleta netewe tê fêhmkirin. Jixwe her dewleta netewe ya herêmê bi awayekî li gorî xwe bi navendeke hegemonîk a kapîtalîst ve girêdayî ye. Di wê kapasîteyê de nînin ku karibin derkevin derveyî navenda di bin kontrola wê de ne. Tevî ku civîn li ser civînê, civîna bilind li pey civîna bilind pêk tînin jî dîsa çareseriya wan nîne û bê tesîr in, ev jî bi vê rastiyê ve girêdayî ye.
Hêza çareseriyê ya modernîteya demokratîk der barê yekparetiya polîtîka herêmê de ji kapasîteya hêmanên çareserker ên dike bingeh, tê. Hêmanekî hundir ê li pêşiya polîtîka yekpare raweste, û bibe asteng nîne. Berevajî, di çarçoveya yekparebûna polîtîk de hêmanên polîtîk, exlaqî, ekolojîk û ekonomîk hemû dikarin civaka ekonomîk a ku ji dil dixwazin, ava bikin. Li beramberî destwerdanên hegemonîk ên ji derve yên modernîteya kapîtalîst, hêzên civakî yên herêmê hemû di nava yekparebûna polîtîk û hevgirtina wê de bi hêsanî û bi awayekî serketî, dikarin bersivê bidin û pirsgirêkan ji hev derînin, çareser bikin.
Ji lewra Komina Demokratîk a Rojhilata Navîn dikare weke pêkhatina siyasî ya komina kominan a di her qadê de were pêşniyarkirin. Hemin mirov nikare bi zêhniyeteke ku bi xwe çavkaniya pirsgirêkan e, pirsgirêkên Iraq, Îsraîl-Filistîn û Afganistanê yên di nava lepê zêhniyeta dewleta netewe de ne, çareser bike. Zêhniyetên dibin sedema pirsgirêkan bi nêzîkatiyên xwe yên pirsgirêkên civakî-siyasî yên li tevahiya herêmê di dused salên dawî de gelek zirar û ziyan kirin, û mirov ji van zirar û ziyanên wan kirî têra xwe dikare dersan bigire. Eşkere derketiye holê ku hem laîkê wê, hem jî dîndarê wê, bihêlin çareser bikin, ji astengkirina çareseriyê wêdetir bi ti rolê ranebûne.
Jeoçanda Rojhilata Navîn divê di jeopolîtîka wê de bê raberkirin. Ji bo vê jî çarçoveya herî di cih de eşkere ye ku wê komina demokratîk û konfederatîf be (Ez behsa federasyon û konfederalîzma dewletê nakim). Ji ber ku çiqasî komin û yekîtiyên cuda hebin, ji hemûyan re di çarçoveya konfederasyon û komina sereke de cih heye. Di çarçoveya vê nêzîkatiyê de mirov bi hêsanî dikare fêhm bike ku dewleta netewe çiqasî bi qusûr e, û li derve dihêle. Dewleta netewe di gotinê de xwe ‘serxwebûnxwaz’ dihesibîne, lê bi xwe jî bi hezar ta û benî bi navendên hegemonîk ên kapîtalîst ve girêdayî ye. Pirr girîng e ku mirov zanibe li astengên dewleta netewe nealiqe û bimeşe. Li her qada herêmê mirov dikare pêkhatinên siyasî damezrîne, lê divê rengê nasnameya hişk û serê wê li komên sivîl ên demokratîk, kominên ekonomîk û ekolojîk girtî daneyne, divê xwe weke serbixwe nehesibîne, felsefeya bingehîn gerdûnî-tekane weke prensîp esas bigire, hewce ye ji besîtê ber bi tevlîheviyê avahî û tevnên gelekî berfireh werin danîn û ev mumkîn e.
Yek ji navendên yekparebûna polîtîk a muhtemel bi Komina Cotkarî-Av-Enerjî ya Dîcle-Firatê ve girêdayî, ne li ser bingehê xirakirina Komara Tirkiyê, Komara Ereb a Sûrî (Sûriya Mezin, Lubnan, Urdun, Filistîn-Îsraîl jî di navê de) û Komara Federal a Iraqa îro, bi pêvajoyê re bi reforman bi veguherandinê weke yekîtiyekê were avakirin. Komarên heyî herçiqasî di destpêkê de naveroka xwe ya dewleta netewe biparêzin jî bi pêvajoyê re wê nerm bibin û veguherin nasnameyên serê wan vekirî yên dewleta netewe û bi vî awayî dikarin gav biavêjin nava yekîtiya demokratîk. Pêkhatina siyasî ya derkeve holê divê li demokrasiyeke ji ya DYE û YE’yê pêşketîtir vekirîbe. Ji ber ku wê giraniya hêmanên demokratîk ên komin hebe, ev yek ê wisa be. Tevahiya nasnameyên mozaîka herêmê pêk tînin, wê karibin di nava wê de cih bigirin. Berê pêşî ev nasname dikarin weke komikên neteweya demokratîk bêne avakirin. Avakirineke bi vî rengî wê rîska şerê çavkaniya xwe ji milletperestiya serê wê girtî, hişk, tek ziman û tek etnîsîte ya dewleta netewe digire nava xwe, dikare herî kêm bike. Rastiya jiyana di nava hev de ya bi hezarê salan tevahiya dîrokê dewam kiriye, wê mumkîn be ku were nûkirin.
Gelên çanda qedîm ên herêmê Ereb, Kurd, Ermenî, Cihû, Asûrî (Suryanî-Keldanî), Tirk, Tirkmen, yên bi kok Qafqasî, hin etnîsîteyên (êl û eşîr) bi kok Fars dema bi nasnameya neteweyê demokratîk bêne avakirin, hem ev ê bibe bersiva wan li gorî çanda wan a dîrokî, hem jî wê ji asêbûna parçe bike-bi rê ve bibe, pevçûn û şerên wê yên ku bi destikê modernîteya kapîtalîst dewleta netewe hatiye sorkirin, rizgar bibin. Ji ber ku ehemiyet û girîngiyê bi nasnemeyên nerm û serê wan vekirî didin, di nava xwe de dikarin yekparebûn û hevgirtinên gelekî dewlemend û berdar pêşde bibin ango xuşk û biratiyê çêkin. Çawa ku di dîrokê de gelek mînakên wê hatine dîtin, ji bo nasnameyên dînî jî heman nêzîkatî dibe. Ji ber ku pirraniya wan xwediyê baweriyeke teolojîk a hevpar in, yekparebûn û hevgirtin hêsantir pêş dikeve. Dînên Brahîmî weke Mûsewîtî, Xirîstiyantî, Misilmantî bi tevahî mezheb û terîqetên xwe, çawa ku di dîrokê de gelek caran hatiye dîtin, bi têgihiştina nasnameya dînî ya nerm û serê wê vekirî, nêzî hev bibin û rê li ber sentezên bi xêrûbêr vekin. Di nava hevgirtin û yekparebûna siyasî ya siberojê de gera li pirr ziman û nasnameyan an jî sembolan bi netewe û welatê hevpar ve girêdayî, pirsgirêk nîne. Bajarîtî, xwecihtî û herêmtî, ji ber ku wê li gorî xisletên çanda dîrokî, weke nasnameyên demokratîk bi wesfên komikan bêne avakirin, ji cudahiyên heyî re wê weke mekanên sînerjiyê yên îdeal bi mane bibin. Rengê polîtîk û exlaqî yê van nasnameyan hemûyan wê esas be. Huqûq wê di xizmeta exlaq û polîtîkayê de be; wê şûna exlaq û polîtîkayê negire.
Konfederasyona Demokratîk (mirov dikare navên weke Federasyon, yekîtiyên demokratîk û hwd. lê bike) a weke navenda cazîbê ya herêmê were pêşdebirin, ji ber ku wê kominên ekonomîk û ekolojîk bike esas (ji ber ku erd-av-enerjî wekî din berdar nabin), li dijî sê suwarên mehşerî yên modernîteya kapîtalîst karperestiya kapîtalîst, îndustriyalîzma wê û li beramberî rewşa pevçûnan û şer, rewşa kaotîk û krîza avabûnê ya dewleta netewe rê li ber vekirî, wê bibe bersiva dîrokî û herî îdeal a bê dayîn.
Jeoçand û jeopolîtîka Kurdistanê (di nava Ereb, Tirk û Farsan de cih digire, li nuqteyekê ye, çand hemû li digihîjin hev) mîna ku yekparebûn û hevgirtineke siyasî ya bi vî rengî neçar û mecbûrî dike. Di dema modernîteya kapîtalîst de polîtîkayên hegemonîk ên Brîtanyayê li ser Hindistan û Rojhilata Navîn meşandin, Kurdistan timî bi statuya welatekî çareserî lê nabe hiştin û bi vî awayî kirin weke destikekî pê kontrola xwe li ser herêmê misêwa dewam bikin. Bi vî awayî ji bo otorîteyên desthilatdar ên Ereb, Tirk û Fars di kontrola xwe de bigirin, Kurdistan kirin destikekî gelekî bi kêra wan bê. Di roja me ya îro de bi DYE’yê re li Başûrê Kurdistanê ya jê re Bakurê Iraqê dibêjin, li ser parçeyekî wê yê piçûk bi avakirineke dereng a dewletokeke netewe ya mîna Ermenistan û Yewnanistanê, dixwazin heman rolê dewam bikin.
Weke ku dîrokê pirsgirêka Kurd û Kurdistanê veguherandibe duyemîn pirsgirêka Cihûyan. Herî kêm îro pêvajoyeke bi vî awayî dimeşe. Bêguman di vê de polîtîka modernîteya kapîtalîst a afirandina dewleta netewe ya newekhev, bi rola diyarker radibe. Dewletdariya netewe ya Ereb, Tirk û Fars jiholêrakirina Kurdistanê û qurbankirina Kurdan ferz dike. Di sêgoşeya îmhayê ya bi vî rengî de mirov bi dewlotekeke netewe ya Kurd a mînîmal bersivê bide, nabe. Eger bersiveke weha bê dayîn jî weke ku hê gelekî pêk tê, wê bi komkujî û qirkirinan bi encam bibe. Ji vê paradoksa dîrokî dersa divê were girtin ew e ku divê bi pêkhatinên siyasî yên demokratîk ên nebûne dewleta netewe de, bi kominên ekonomîk û ekolojîk, di serî de neteweyên cîran gelên herêmê hemûyan di çareseriya modernîteya demokratîk de bike hevpar û tevlî vê çareseriyê bike.
Wexta mirov guh bide dîrokê, mirov ê bibîne li newalên Dîcle-Firatê li Kevana Bi Bereket serdema neolîtîkê ya panzdeh hezar salî, şaristaniya navendî ya pênc hezar salî û çanda modernîteyê ya dused salên dawiyê tişta bi mirov didin hiskirin pêkhatinên siyasî yên yekpare û hevgirtî ne. Otorîteyên siyasî yên bi navê Sumer, Aqad, Gotî, Asûr, Hûrrî, Mîtannî, Ûrartû, Hîtît, Med, Pers, Helen, Sasanî, Bîzans, Emewî, Ebbasî, Selçûqî, Moxolî, Osmanî û dijberên wan ên her hebûn, otorîteyên demokratîk ên bi heman navî yan jî bi navên cihê pêk hatin, timî pêkhateyên siyasî yên yekpare û hevgirtî bûn. Jixwe otorîteya dayikî ya serdema neolîtîkê ya bi cihêkariyê nizane û koletiyê nas nake, cewherê pêkhatinên wekhevî, exlaqa xwezayî û polîtîk e. Di dused salên dawî de provakasyên dewleta netewe yên bi şer û bi parçekirinê yên navend Ewrûpa, di nava vê pêvajoya dirêj a dîrokî de kiteyeke piçûk e. Ji bo dîrok careke din karibe di cironeka xwe ya sereke de li gorî rastiya xwe ya jeoçand û jeopolîtîk biherike, divê li ser mîrateya şaristaniya demokratîk modernîteya demokratîk were pêşdebirin.
Li dijî pirsgirêkên mîrateya dîrokî ya dewlemend a şaristaniya Rojhilata Navîn xistine serhev û li dijî krîz, şer, tevkujî û qirkirinên rojane, gava hevpar a pêşî ya çareseriyê ya divê bi awayekî berbiçav bê avêtin, dikare proje û fikra Konfederasyona Demokratîk a Dîcle-Firatê be. Projeyeke bi vî awayî di navbera neteweyên pirranî mîna Ereb, Tirk, Kurd û Fars û neteweyên hindikayî û çandan de pêvajoya bi şer û asîmîlasyonîst berepaş bike bi pêkhatinên siyasî yên demokratîk komin û piştgiriyê, dikare bibe sedema hevpariyên ji dewleta netewe wêdetir. Projeya Konfederasyona Demokratîk a Dîcle-Firatê, li gorî rêveçûna vê dîrokê wê bibe gaveke herî girîng û pêşî ya were avêtin. Ez qet şik û gumanê jê nabim ku bi vê projeyê kominên civaka demokratîk, ekonomîk û ekolojîk ên bi awayekî berfireh û gav bi gav bêne pêşdebirin, wê di buhaya zêr de Serdema Rojhilata Navîn a Demokratîk li gorî dîrok û çanda wê bide destpêkirin. Serdema Rojhilata Navîn a Demokratîk wê hem bibe hişyarbûna dîroka qedîm, hem jî bibe bextewarî û qêrîna jiyana azad a dîroka nû.
Dema mirov di çarçoveya vê projeya sereke de li rastiya Rojhilata Navîn binêre, derfet û îmkan çêdibe behsa hin projeyên di dereceya duyemîn de bike. Çawa di serdema neolîtîk û şaristaniyê de her pêk hat, li serê rojava yê Kevana Bi Bereket ê xwe dirêjî Misr û Bakurê Efrîkayê dike, mirov dikare li Misr an jî navend Lîbyayê (navend Geliyê Nîlê) Projeya Konfederasyona Demokratîk a Bakurê Efrîkayê bi pêş bixe. Li serê rojhilatê Kevana Bi Bereket navend Pencab Projeya Konfederasyona Demokratîk a Rojhilatê Îranê, li Afganistan û Pakistanê (ev navên dewletên netewe li gorî jeoçand û jeopolîtîkê di cih de nînin) xwedî rewşeke lezgîn e. Di Modernîteya Demokratîk a Rojhilata Navîn de duyemîn projeya din a manedar divê mirov bifikire, li serê rojhilat navend Ozbekîstana îro li ser Geliyên Seyhûn û Ceyhûnê wê Konfederasyona Demokratîk a Asya Navîn be. Li Başûrê Erebistanê cemaet û qebîleyên hê gelekî şên û bi hêz hene, ji lewra mirov dikare weke projeyeke din a manedar li Konfederasyona Demokratîk a Başûrê Erebistanê bifikire.
Ji tevahiya van projeyan hemûyan, mirov dikare weke utopyayekê li projeyeke mezin ango li Projeya Modernîteya Demokratîk a Rojhilata Navîn bifikire. Bêguman ev proje ji Projeya Rojhilata Navîn a Mezin a Emerîkayê DYE’yê zêdetir rastî xuya dike. Ya rastiya projeyekê diyar dike, bingehê wê yê çandî û plana dîrokî ya li pişt wê ye. Wexta mirov li berê herikîna sereke ya serdema neolîtîk û şaristaniyê binêre, wê qebûl bike ku bingehekî welê yê dîrokî û çanda hevpar pêk hatiye. Di çanda Rojhilata Navîn de yekîtiyên bi awayê Yekîtiya Ewrûpayê ji utopya û projeyê wêdetir, li her qada krîz û şer, parçebûn û xerîbketin, lêgerînê neçar dikin rastiyên jiyanê yên gerdûnî-tekane ne, divê gav bi gav bêne avakirin.
Bêguman ev proje niha her yek ji wan utopyayek e. Lê bingehên wan ên dîrokî û civakî bi hêz in. Divê neyê jibîrkirin, bêyî utopyayên mezin pratîkên jiyanên mezin pêk nayên. Çanda Rojhilata Navîn utopya cennet û cehennemê diyarî mirovatiyê kiriye û çandeke welê ye, bi destana nivîskî ya pêşî bi Destana Gilgamêş beriya bi hezarê salan timî li gihayê nemiriniyê geriyaye. Ez niha fêhm dikim ku jiyana dikare bi jina azad pêk bê, nifşên Gilgamêş ên bi nexweşiya desthilatdariyê ew wenda kirî, ev jiyana timî li pey wê ne, ne bi tenê bi awayê nemiriniyê, di pêvajoya jiyana rastî de jî wê nikaribin wê bibînin. Ji ber ku mirov tiştekî li çi deverê wenda bike, dikare li wir bibîne. Li cem cinsê mirov volkanê jiyana mezin li qûntara çiyayên Toros-Zagrosê, li geliyên Dîcle-Firatê teqiya. Jiyana bi heybet û balkêş li vir hilat; li Kurdistanê weke Jin û Jiyan pêk hat. Jiyana di nava hezarê salan de pêk hat, bi derketina holê ya hiyerarşî û desthilatdariyên dewletan di rewşa berçav a Jin û Jiyanê de li heman mekanî hat wendakirin.
Piştrast bûye ku destan hemû kopiyên Destana Gilgamêş in. Tesewirên cennet û cehennemê tev bi van jiyanên pêkhatî û wendakirî re têkildar in. Nexweşiya desthilatdariyê, bi rastî jiyanê dikuje. Bi serwextbûna li vê rastiyê, divê mirov zanibe, projeya Serdema Rojhilata Navîn a Demokratîk di heman demê de projeya wê rastiyê ye ku li devera jiyan bi nexweşiya desthilatdariyê hat wendakirin, jiyana jina azad a nebû desthilatdar weke civaka ekolojîk û ekonomîk ji nû ve hatiye keşifkirin û dîtin. Her proje di heman demê de utopya paşerojê ye. Civaka Demokratîk û Modernîteya Demokratîk di nava cudahiyan de utopya pêkhatî ya paşerojê ne (di nava cudahiyan de bi awayekî azad û wekhev).
Ji bo yên xwedî utopya jiyana azad û mezin, şertê şêwazekî jiyanê heye yê ku dema mirov lê bigere dikare li herêmê gelek mînakên wê bibîne. Ew jî ev e: ji bo heqîqeta civakbûnê mumkîn dike, tu yê bijî. Tu çiqasî heqîqetê bibînî, tu yê karibî ewqasî bijî. Tu çiqasî heqîqetê belav bikî, tu yê karibî ewqasî civaka exlaqî û polîtîk ava bikî. Ji bo vê yekê jî tu yê li dijî astengiyên hundir û derve yên derkevin pêşberî te, rast têbikoşî. Li Rojhilata Navîn Akademiya Zanyartiyê timî bi vî awayî dibêje. Îradeya jiyanê ya bi vê vegotinê azad dibe, timî wisa dike!