Çalakiya Ciwanên Rojava û Bakurê Sûriyê ya li ser deriyê sînor yê Sêmalkayê di roja xwe ya 3 mîn de dewam dike. Ciwanên ku xwestin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û berê xwe bidin Qendîlê ku weke mertalên zindî li dijî dagirkerî û êrîşa Dewleta Tirk bisekinin rastî astengiyên PDK’ê hatin.
QAMIŞLO – Piştî astengiyên PDK’ê ciwanan li sînor kon vegirtin û bi daxuyaniyekê ragihandin ku wê ev çalakiya wan berdewam bike heta ku PDK’ê rê li pêşiya wan veke.
Çalakiya kon ya ciwanan ku di bin silogana “Ji bo azadiya çar parçên Kurdistan SERÎ HILDE” û di çarçoveya qonaxa duyemîn ya hemleya SERÎ HILDE de destpêkir di roja xwe ya 3 mîn de dewam dike. Di çalakiyê de her roj semîner tên dayîn û nîqaşên li ser armanca Dewleta Tirk ji dagirkirina axa Kurdistanê û erk û berpirsyartiya ciwanan li hember vê yekê çiye.
Ciwan bi çoş û moralekî çalakiya xwe dewam dikin.