Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a herêma Cizîrê di navbera herdû werzê dibistanan de mamosteyan perwerde dike.
QAMIŞLO – Di navbera herdû werzên dibistanan de komîteya perwerdeya civaka demokratîk ya herêma Cizîrê mamosteyan li ser rêbazên perwerdekirinê li ser zimanê Kurdî û Erebî perwerde dikin.
Rûhat Xelîl ku yek ji rêveberên peymangeha şehîd Jiyan Amara ye got: Perwerde ji bo me tiştekî esasî ye, nêzî 350 mamosteyên seretayî û xwendekarên peymangehê yên navîn jî hene.
Em li vir piranî li ser rêbaz û sekna mamosteyan di dema dayîna perwerdeyê de disekinin.
Her wiha xwendekarê wêjeya Kurdî Ziyad Hisên yê peymangeha Alkeramê got: Em li vêderê mamosteyan ji bo pêşxistina ziman perwerde dikin, ji xwe em dizanin ku Bakurê Sûriyê gelek pêkhate hene lê ev hemû di dema rêcîma bas de hatibûn helandin, em anha dixwazin ku her kes bi zimanê xwe xwe perwerde bike.
Rojda Mihemed ku ewjî mamosteyeke di perwerdê de ye got: Em xwe perwerde dikin ji bo ku em bikaribin şegirtên xwe baş perwerde bikin.