Ciwanên Kurd li ser dîwarên du qerekolan yên Stutgarta a Elmanyayê ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê kirin û zextên li ser ciwanên Kurd balê bikşînin çalakiya nivîsandinê kirin.
STUTGART- Li Stutgart a Elmanyayê, ciwanên Kurd li hemberî qerekolan du çalakiyên cûda pêk anîn. Ciwanan li ser dîwarên qerekola ” Bijî Serok APO ” nivîsîn. Cîwanan da zanîn ku ev çalakî, him ji bo bal kişandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, him jî li hemberî Dewleta Elmanyayê ku zext li ser ciwanên Kurd pêk tîne hatine kirin.
Ciwanan da zanîn ku, heya ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan azad bibe û heya zextên Elmanyayê li ser ciwanên Kurd biqede çalakiyên me berdewam bikin.