Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Qamişlo tevlî merasîma salvegera duyemîn ya komujiya Qamişlo bûn. Merasîm li çihê komkujiyê hate li dar xistin.
QAMIŞLO – Bi pêşengtiya Meclisa Malbatên Şehîdan îro li bajarê Qamişlo merasîmeke bîranînê ji 62 şehîdên ku di encama teqîna hovane ku li taxa Xerbî ya Qamişlo pêk hat hate li dar xistin. Teqîn bi kamyoneke bombebarkirî pêk hat.
Merasîm bi deqeyeke rêz girtin dest pêkir. Piştre axaftin hatin kirin her wiha helbest hatin gotin. Di axaftinan de komkujî hate şermezarkirin û soza tolhildanê hate dayîn.
Ajansa me ya Nûçe Ciwan nerînên ciwanên ku tevlî merasîmê bûne girt. Jina ciwan ya bi navê Lana Reşîd got: Em îro şehîdên komkujiya taxa Xerbî ya Qamişlo bi bîr tînin, hêzên tarî ku li beramberî şervanên me nikarîbûn ti pêşketinê bi dest bixin sivîl kirin hedefa xwe û ev komkujiya hovanê pêkanîn.
Her wiha ciwanê bi navê Ronî jî axifî û got: Bila her kes bizanibe ku ticarî vîna gel û ciwanan nayê şikenandin, emê hertim li ser şopa şehîdên xwe bimeşin.
di dawiyê de jina ciwan ya bi navê Arjîn Hiso got: Şehîdên me yên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bûn meşele û riya azadiyê ronî kirin.
Merasîm bi vêxistina 62 momeyan hate bi dawî kirin.