d- Çavkaniya pirsgirêkên di civaka neteweyî ya Fars an jî Îranê de, hewldanên şaristaniyan ên dîrokî û modernîteya kapîtalîst a dused salên dawî ye. Li Îranê şaristaniyeke ji rêûresmeke ji sê îdeolojiyên rahibên Sumeran zêdebûyî jî bi tesîr bûye, heye. Rêûresma Zerdeşt û Mîtra tevî ku nasnameya orjîn pêk tînin jî bi ya ji Îslamê zêdebûyî hatine bêtesîrkirin. Manîtî ya weke sentezeke ekolên felsefeya Mûsewîtî, Zerdeştî, Îsewîtî û Grekî derket holê, li beramberî îdeolojiya fermî ya şaristaniyê bi tesîr nebû. Ya rastî, bi tenê rêûresma isyankariyê xwedî kir û ji vê wêdetir neçûye. Îranê rêûresma Îslamî veguherandiye mezhebê Şîa û dema dawî weke îdeolojiya şaristaniyê hatiye fesilandin, lihevanîn. Di roja me ya îro de jî hêmanên modernîteya kapîtalîst di parzûnka Şîa re derbas dike (weke şêweyê modernîst ê Konfuçyustiya Çînê) û hewl dide modern bibe.
Civaka Îranê hem ji aliyê etnîk hem jî ji aliyê dînî ve bi xisletên xwe yên pirrnasnameyî xwedî çandeke gelekî dewlemend e. Ji tevahiya nasnameyên dînî û neteweyî yên Rojhilata Navîn re malovaniyê dike. Zehmetiyê dikişîne pirrnasnameyan bi tenê bi hegemonyayên îdeolojîk ên dînî yan jî ezbetî li cem hev bigire. Bi şêwazekî gelekî tenik, şêweyê milletperestiya ezbetî û dînî pêk tîne. Li aliyê din, tevî ku modernîteya kapîtalîst pêk tîne, wexta ku li hesabê wê nayê ji serlêdana propagandaya antî-modernîst jî paşve namîne. Di warê helandina pêşketinên şoreşgerane û demokratîk di nava çanda şaristaniya ji rêûresmê de gelekî bûye hoste. Li vir a em behsa wê dikin, rejîmeke despotîk e ku bi hosteyî tê bicihanîn. Di binyeya Rojhilata Navîn de li serê civak û dewletên herî tengezar û nakok tê. Çavkaniyên petrolê herçiqasî tengezariyan hinekî kêm bikin jî hebûna dewletdariya netewe ya Îranê ji bo jihevdeketinê xwedî statuya herî di cih de ye. Di vê de lihevnekirinên wê bi hegemonya DYE-YE’yê re ku aktorên sereke yên modernîteya kapîtalîst in, têra xwe bi tesîr in.
Îran di pirsgirêkên xwe yên civakî de teoriya modernîteya demokratîk bi hosteyî bi cih bîne, dikare rê li ber encamên gelekî çareserker veke. Tevî hewldanên navendparêziyê hemûyan jî di bin re mîna Îraneke federal pêk tê. Hêmanên şaristaniya demokratîk bi hêmanên federalîst re (Azerî, Kurd, Ereb, Belûcî, Tirkmen) bigihêjin hev, projeya Konfederasyona Demokratîk a Îranê dikare manedar bibe û bi hesanî bibe navendeke balê bikişîne ser xwe. Di çarçoveya vê projeyê de tevgera azadiya jinê û reûresmên kominî wê rolên xwe yên girîng hebin. Ji bo Îran paşeroja xwe ya rohnî û rola xwe ya dîrokî ya li Rojhilata Navîn ji nû ve bi dest bixe, kengî bi hêmanên modernîteya demokratîk re (civaka demokratîk, ekonomîk û ekolojîk) bû yek û gav avêt mumkîn e. Potansiyela civaka neteweyî ya Îranê ji bo vê yekê têra xwe bi hêz e, û rastiya neteweya demokratîk a Îranê jî vê hewce dike.
e- Bi ketina modernîteya kapîtalîst ya Rojhilata Navîn re yek ji trajediyên sereke yên ew bû sedema wan pirsgirêka neteweyî ya Ermenî ye. Ermenî ji gelên qedîm ê herêmê ne. Bi giranî bi Kurdan re di nav hev de cografyayekê parve dikin. Kurd çiqasî gelek bin ku bi heywanxwedîkirin û cotkariyê debara xwe kirine, Ermeniyan jî ewqasî ev ekonomî li bajaran bi zenaetkarî xwedî kiriye û xwe pê xwedî kirine. Çandeke aliyê wê yê hunerî pêşketî jî temsîl dikin. Tevî ku weke Kurdan xwedî rêûresmeke berxwedanê ne, ji bilî mînakên çeperî û demborî, zêde nikarîne bibin xwediyê saziyên dewletê yên mayînde. Ermenî yek ji gelên pêşî bûne Xirîstiyan in. Di vê de nasname û baweriya bi rizgariyê, bi roleke girîng radibin. Mîna Cihûyan li dora qesrê nexasim jî bi nasnameya xwe ya zenaetkar bi tesîr bûne.
Di ketina Rojhilata Navîn a modernîteya kapîtalîst de weke amûr bikaranîna Ermeniyan bûye şaşiyeke stratejîk. Ji ber Xirîstiyantiyê di nava dorgirtina Misilmanan de tengav bûn û di encama geşbûna dualî ya milletperestiya dewleta netewe de her çû serhatiya wan veguherî trajediyekê. Di vê de roleke girîng a eşrafên Ermeniyan ên zû bûn bûrjûwa heye. Milletperestiya cureyê Ewrûpayê û hevkartiya hegemonîk, sedemên hundir ên felaketa bi serê wan de hatî ne. Ermeniyan ji aliyê çandî ve gelek tişt li çanda Rojhilata Navîn a pênc hezar salan tê şopandin, zêde kirine. Ermeniyên di dîrokê de bi roleke welê rabûne, ji sedsala 19. heta bi çaryeka pêşî ya sedsala 20. di encama dekûdolab û bêbextiyên modernîteyê de bûne qurbanê qirkirinekê, bûne qurbanê felaketeke mezin. Piştî Cihûyan duyemîn gelê girîng ê dîasporayê ye ku li dinyayê belav bûye. Li rojavayê Azerbegcanê Ermenistaneke piçûk ava kirin, ev nayê wê maneyê ku pirsgirêka neteweyî ya Ermeniyan çareser bûye; ev pêkhatin serhatiya trajîk a Ermeniyan nikare telafî bike. Ermenî wê timî li welatê xwe yê wendakirine bigerin.
Ango di roja me ya îro de pirsgirêka Ermeniyan dibe xwedî maneyekê û ew jî bi vî awayî ye; yên welatê xwe wendakirine divê bibînin. Lê li cihê welatê lê digerin, gelên din jî dimînin. Mirov welatê yekî ji yê din bistîne û bide yê din çiqasî şaş be û gunehekî mezin ê neyê efûkirin be, berevajiyê wê jî ewqasî guneh e. Xeternakiya dewleta netewe bi pirsgirêka Ermenî careke din derdikeve pêşberî me. Têgihiştina wê ya sînoran û çûna wê ya li pey neteweyê homojen, sedema rastî ya vê xeternakiya wê ye. Sîstema li pişt wê, modernîteya kapîtalîst e. Şêwazê jiyan û zêhniyetê yê ji modernîte û Xirîstiyantiyê têkel bi tenê wê Ermeniyan biqedîne. Dijminên wan çiqasî rezîl û bi zêhniyeta faşîst dibin bila bibin, divê ne bi tenê sedemên qirkirinan ên para wan dikevin keşif bikin, di heman demê de pêwîst e ku bi dîtina rêyên çareseriyê jî mijûl bibin û ev wezîfeyên wan ên heyatî ne. Pêkhatinên konfederalîst ên li ser hîmê kominî, demokratîk û pirrnetewe bêne avakirin, belkî jî herî zêde ji bo Ermeniyan û yên weke wan derfetên çareseriyê yên nêzî îdealê pêşkêş bikin. Eger li ser bingehê hêmanên modernîteya demokratîk biponijin û xwe weke Neteweya Demokratîk a Ermenî nû bikin wê di çanda Rojhilata Navîn de hem ji nû ve bigihîjin rola xwe ya dîrokî, hem jî wê rêya rast a rizgariyê bibînin.
f- Pirsgirêka neteweyî ya Asûriyan çîroka xemgîn a dêwekî şaristaniya Rojhilata Navîn tîne ziman. Gelekî ku xwe weke xwedayê Mezopotamyayê yê bi navê Asûr wekhev dîtiye, bi qasî trajediya bi serê Ermeniyan de hatî bi encameke felaket û xeternak re rûbirû bû. Divê mirov jidestdana Asûriyan ji bo çanda Rojhilata Navîn weke têkçûn, zirar û ziyaneke mezin bibîne. Mirov dikare bibêje, dijminê herî mezin ê Asûriyan, şaristaniya Asûr bi xwe ye. Çawa ku şaristaniyên Sumer, Aqad û Babîl bûn dijminê Sumer, Babîl û Aqadan. Çima? Ji ber ku şaristaniyeke di encama desteserkirinên yekdestdariyê de çandek yan jî gelê wê mezin kiribe, wexta yekdestdariya wê şaristaniyê ji holê rabe, ew gel ji gelek tehlûkeyan re bêyî bergirî û parastinê li naverastê dimîne. Eger gel û çanda li naverastê mayî bi lez tevdîra vê rewşa bêbergirî û parastinê negire, hêza bê wê heyf û tola xwe ji gel û çanda bermahiya wê şaristaniyê, hilîne. Asûrî bûne qurbanê rewşeke bi vî awayî. Asûrî hafize û bîra çanda Rojhilata Navîn in, nexasim jî ya Sumer, Aqad, Babîl, Hîtît, Fenîke, Mîtannî, Ûrartû, Med, Pers, Helen, Sasanî, Bîzans û Îslamê ne. Ne bi tenê hafize bûn, wan ev hafize pirr baş xwedî kir û xwe pê xwedî kirin. Di rêza yekemîn gelên afirîner ên Xirîstiyaniyê de tên. Di şaristaniya Rojhilata Navîn de hêmanên afirîner ên yekdestdariya bazirganiyê bûn. Ji ber ku evçend bi şaristaniya Rojhilata Navîn re di nava hev de bûn, bêguman wê çarenûsa wan bi vê şaristaniyê ve girêdayî bûya. Bi bilindbûn û mezinbûna wê re wê bilind û mezin bibûna, bi ketina wê re jî wê biketana.
Asûriyan hewl da mîna Ermeniyan bi modernîteya kapîtalîst re hevkariyê bikin û vê yekê jî rê li ber tesîreke berevajî vekir. Ji ber ku Xirîstiyantiyanbûn a bi serê wan de hat, bi modernîteyê re hê bêhtir şidiya û vê yekê serencama wan a xemgîn amade kir. Hesabên taktîkî yên besît ên hegemonên kapîtalîst bi Xirîstiyantiyê geş bûn, fikra dewleta netewe û çalakiya wê pêşwext xistin rojevê. Di vê felaketa mezin a bi serê wan de hatî de, ev sedema herî girîng e ku para wan têde heye. Asûrî jî weke gelê Ermenî bi giranî gelekî qedîm ê cografya Kurdistanê ne. Felaketa bi serê herdu gelan de hat, ne bi tenê ji ber kirinên milletperestiyê yên faşîst û qirkirinê yên Îttîhad û Teraqiya Tirk a bi ser dewletê ve pêk nehat, di vê de rola hevkarên Kurd jî girîng e.
Pirsgirêka civaka neteweyî ya Asûriyan bi qasî ku koka xwe diçe şaristaniyê jî bi îdeolojiyên modernîte û Xirîstiyantiyê re bi pêş dikeve. Çawa ku ji bo Ermeniyan jî hat diyarkirin, ji bo çareseriyê veguherîneke radîkal divê. Pêwîst e ku hewes û xwestekên xwe yên ji bo derfetên maddî û zêhniyeta modernîteya kapîtalîst û şaristaniya klasîk bişkînin, li ser hêmanên modernîte û şaristaniya demokratîk (civaka demokratîk, ekonomîk û ekolojîk) biponijin û xwe ji nû ve weke Neteweya Demokratîk a Asûriyan ava bikin, dikare li dijî tinekirinê bibe rêyeke nû ya jiyana azad û gavavêtina hebûnîparêz (eksîstansiyalîst). Eger hafiza xwe ya mezin a ji çanda Rojhilata Navîn kombûyî weke çanda modernîteya demokratîk nû bikin, ev yek hem dikare bibe sedem ku ji nû ve li rola xwe ya dîrokî vegerin, hem jî dikare pêşî li rizgariyeke rastî veke.
g- Pirsgirêka Cihûyan çiqasî pirsgirêkeke civakî ya Rojhilata Navîn e, ewqasî jî pirsgirêkeke dinyayê ye. Tevahiya dîrokê, şopandina Cihûyan tê maneya şopandina serhatiya pirsgirêkbûyîna çanda Rojhilata Navîn. Cihû çima bûn pirsgirêk, çawa belavbûn, li ku belavbûn, çi pêk anîn, bi kîjan encaman re rûbirû bûn? Bersiv û sedemên van pirsan bi dadgehkirina şaristaniyan re yek tişt e. Di beşên berê yên parêznameya xwe de min xwe neçar û hewcedar his kiribû ku ez bi awayekî berfireh li ser pirsgirêka Cihû û Cihûyan rawestim, ji lewra divê ez qîma xwe bi çend hukmên temamker bînim.
Saziya pêxembertiyê ya li çanda Rojhilata Navîn gelekî zêde kir, bi giranî pêkhatineke Cihû ye. Bêguman di vê de ji çanda qedîm a Sumer û Misrê, bi tevahî jî ji çanda êl û qebîleyên herêmê sûd hatiye wergirtin. Cihûyan ev çavkaniyên çandê, weke ku reforme bikin, veguherandin çanda qebîleya xwe û ji vê re qabîliyet û jêhatîbûneke mezin divê. Bi awayekî bingehîn Cihûtî vê qabîliyetê îfade dike. Ev carnan veguherandine pereyan, carnan jî veguherandine sîleha atomê û bi vî awayî karîbûne li nava dinyayê serketî bibin.
Di çavkaniya pirsgirêka Cihûyan de ev qabîliyeta wan bi roleke girîng radibe. Di dîrokê de û di roja me ya îro de xwedayetiya qebîleyê di dema modernîteya kapîtalîst de xwe weke milletperestî û dewleta netewe bi xwedatiya sekuler pêşkêşkiribe ev yek ji nêz ve bi Cihûtiyê ve têkildar e. Cihû jî mîna Asûriyan bûn qurbanê rêûresma modernîte û şaristaniya afirandin. Levîathanê (cinawir) di Pirtûka Pîroz de behsa wî tê kirin, weke metafora dewletê vedîtina wan bi xwe ye. Levîathan di modernîteya kapîtalîst de weke dewleta netewe bi gewde bû, pêşî Napolyon û paşê jî di kesayeta Hîtler de hat temsîlkirin û ev yek bi çanda xwedatiya (teolojiya) Cihûtiyê re ji nêz ve têkildar e. Divê baş bê zanîn ku yek ji van şêweyên cinawirê modernîteyê qirkirina Cihûyan pêk anî. Jixwe di serdema destpêkê û navîn de jî bûyerên bi heman rengî kêm bi serê wan de nehatin. Felaketên mezin ên bi serê Cihûyan de hatine, ji aliyê cinawirê bi destên xwe afirandine pêk hatine û ber ser serê wan dane. Divê mirov vê rastiyê bîne ziman, ji ber ku sedaqeta bi heqîqeta vê çandê hîn kiriye, welê dixwaze.
Derketin, beşa pêşî ya Pirtûka Pîroz e. Ji bo Cihûyan gelekî girîng e. Ev girîngî hê jî dewam dike. Bi kêmî, hewcedariya wan bi derketin û gavavêtinên bi qasî derketina wan a ji Misrê beriya wê jî ji Ûrê (Ûrfayê) heye. Li cihûwarên Kenanên berê bi Filistiniyan û bi cîhana Ereb a li pişta wan re bûyerên rabihuriyê û îro diqewimin hema hema şer û nakokiyên sê hezar salî ne. Ji bo ji nava van şer û nakokiyan derkevin, divê rêyekê bibînin. Ez weke Ûrfayiyekî ji wan re nacîzane fikra xwe weha dibêjim; di tevahiya parêznameya xwe de (bi girtina min a rê li ber vê parêznameyê vekir, cezakirin û hukimxwarina min re têkiliya dewleta netewe ya Cihû ya îro Îsraîlê di dereceya yekemîn de heye) hewl didim modernîteya demokratîk xurt bikim. Ew jî dikarin bi hêmanên vê modernîteya demokratîk li rêya derketinê bigerin. Bêguman rewşenbîrên bi koka xwe Cihû di vî warî de xwedî fikrên pêşketî ne. Lê mesele bi tenê bi xwedîfikirbûnê çareser nabe. Divê Cihû bi çanda demokratîk a Rojhilata Navîn re ji nû ve bi awayekî bi pîvan û prensîp dest bidin hevdu. Di jeopolîtîkeke Rojhilata Navîn a bi dewleta netewe de, Îsraîl weke dewleta netewe divê timî di nava şer de be. Mumkîn nîne ku agir bi agir were vemirandin. Herçiqasî bi palpiştiya hêza hegemonîk a modernîteya kapîtalîst ji xwe razî be jî ev yek têra çareseriyeke bi kok nake. Ti sîstema ji modernîteya kapîtalîst nebihure nikare bi awayekî mayînde ewlekariyê pêk bîne.
Bi giştî Cihû û bi taybetî jî pirsgirêka Îsraîlê heta çareser nebe, ne li Rojhilata Navîn ne jî li dinyayê civak nikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Perspektîfên bi dewleta netewe giş, pirsgirêkan çareser nakin, giran dikin û der barê vê de mînakeke ku mirov bi qasî mînaka Îsraîl û Filistînê jê dersê bigire û hîn bibe, nîne. Dinyayek pere li şerê Îsraîl-Filistînê hat dayîn û ewqas xwîn hat rijandin. Ji van hemûyan a li dawiyê mayî, mîrateyeke guloka pirsgirêkan a ji berê girantir e. Di mînaka Îsraîl-Filistînê de ya îflas kirî û têkçûyî modernîteya kapîtalîst û paradîgmaya wê ya dewleta netewe ye.
Cihû yek ji hebûnên sereke yên çanda Rojhilata Navîn in. Înkarkirin û qirkirina wan ji bo her kesî zirar e. Eşkere bûye ku bi Levîathanên ew bi xwe jî qirkirine, di nava aştî û ewlekariyê de jiyan nabe. Cihû jî weke Ermenî û Asûriyan dikarin weke Neteweya Demokratîk xwe ji nû ve ava bikin û di nava Konfederasyona Demokratîk a Rojhilata Navîn de bi hêsanî cih bigirin. Di vê mijarê de weke fikir, ez dibêjim projeya Konfederasyona Demokratîk a Rojhilatê Deryaspî, dikare bibe destpêkeke baş. Têgihiştinên nasnameyên neteweyî û dînî yên hişk û serê wan girtî di çarçoveya vê projeyê de dikarin ber bi nasnameyên nerm û serê wan vekirî biberidin. Îsraîl jî dikare ber bi neteweya demokratîk a karibe were qebûlkirin, veguhere. Bêguman divê cîranên Îsraîlê jî bi heman awayî veguherin.
Şer, pevçûn û tengezariya zêde ya li Rojhilata Navîn veguherîna modernîteyê mecbûrî dikin. Pirsgirêkên civakî û neteweyî yên giranbûyî heta modernîte veneguhere, çareser nabin û li dawiyê namînin. Bi serê xwe nakokiya Ereb-Îsraîlê jî pêdiviya bi veguherînê ya modernîteyê, destnîşan dike. Eger sîstema serdest nikaribe pirsgirêkên bingehîn çareser bike, ya divê bê kirin çareserkirina sîstemê ye. Modernîteya Demokratîk ji bo vê çareserkirinê alternatîfê pêşkêş dike.
h- Çanda Helen ji Rojhilata Navîn, nexasim jî ji Anatolyayê tesfiyekirin zirareke mezin e. Vê tesfiyekirinê li pey xwe pirsgirêkên trawmatîk hiştine. Di çaryeka pêşî ya sedsala 20. de dewletên netewe yên Tirk û Yewnan li ser bingehê koçberkirina bi darê zorê li beramberî hevdu tesfiye meşandine û ketine nava hewldanên qirkirinê. Tesfiyekirina Helenan jî bi qasî van tesfiye û qirkirinan şopeke bi êş li pey xwe hiştiye. Bi vî awayî qutkirina gelan ji mekanên wan ên çandî yên hezarê salan, erka ti dewletê nîne. Di dîrokê de zêde mînakên wê nayên dîtin. Bi vî awayî bi tesîr û balkêş kêm mînak hene ku rûyê ne mirovane yê dewleta netewe nîşan bide. Ma ne Helenîzmê di dema navbera 300 B.Z.-300 P.Z. de senteza çandî ya herî bi heybet a Rojhilata Navîn pêk anîbû.
Pêvajoya tesfiyekirina çandên Helen, Cihû, Asûrî û Ermeniyan a bi Îslamiyetê re bi lez bû di hilweşîna şaristaniya Rojhilata Navîn de bi roleke mezin rabûye. Çanda Îslamê ti carî di wê hêzê de nebû ku valatiya van çandan tijî bike. Modernîteya kapîtalîst di serê sedsala 19. de, di ketina xwe ya Rojhilata Navîn de mîna li dîmenekî çolê rast bê. Ev çolbûnek bû ku erezyona çandî ew afirandibû. Çand tê maneya berxwedanê; dema çand bi hêz nebe berxwedana wê jî bi hêz nabe. Fetihkirina herêmê hîç zehmet nebû. Di hilweşîna Rojhilata Navîn û rewşa wê ya îro de tola tesfiyekirina çandê, divê piçûk neyê dîtin. Projeyên neteweyên homojen ên dewleta netewe, berpirsê sereke yê tevkujiyên çandî ne. Di serdema ummetên dînî de jî ti carî evçend bez û çûnek li pey homojenkirinê çênebû.
f- Pirsgirêkên komên etnîk ên bi koka xwe Qafqasî jî girîng in. Ev kom tevahiya dîrokê timî herikîn Rojhilata Navîn û li dewlemendiya çandî ya herêmê para xwe zêde kirin. Alîkariya wan a di yekparebûn û dewlemendiya çandî de divê ti carî piçûk neyê dîtin. Modernîteyê li van çandên hindikayiyan jî bêhn çikand.Weke encam mirov dikare bibêje, pirsgirêkên civakî yên bingehîn ên Rojhilata Navîn kokên xwe diçin heta bi şaristaniya çînî-dewletdar û bi modernîteya kapîtalîst re gihiştine qirkirinê û bi krîza avabûnê ya global re di dema xwe ya herî giranbûyî de ne. Acenteyên herêmî yên modernîteya serdest, bihêlin ku karibin pirsgirêkan pênase û çareser bikin, zêde haya wan ji wan nîne temsîla çi dikin. Milletperestiyên etnîk-ezbet û dînî yên ji bo çareseriyê herî zêde serî li wan tê dayîn, li şûna pirsgirêkan çareser bikin wan zêdetir gurr dikin.
Çanda Rojhilata Navîn di heman demê de şêwazekî jiyanê ye, şoreşên mezin ên dîrokî pêk anîne. Dewletên netewe yên ku amûrên qirkirina çandî ne, çiqasî karibin heqîqeta civakî bikujin ewqasî jî jiyanê dikujin. Hêmanên modernîteya demokratîk ên me hewl da wan pênase bikin ji bo rawestandina qirkirinan û parastina jiyanê di pozîsyona hêzên teorîk-pratîk de ne. Wexta ku li ser hîmê civaka demokratîk-ekonomîk-ekolojîk gav bêne avêtin, Serdema Neteweyên Demokratîk, di çanda Rojhilata Navîn a xwenûkirî de jiyan dikare ji nû ve bigihîje heybet û balkêşiya xwe ya berê.