Di roja 5 mîn ji çalakiya kon ya ciwan û jinên ciwan yên Rojavayê Kurdistanê li deriyê sînor yê sêmalka yê Kongira Star û TEV-DEM ya bajarê Girkêlegê û gundên derdora wê serdana ciwanan kirin.
SÊMALKA – Ciwan û Jinên ciwan yên Rojayê Kurdistanê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê û êrîşên li ser Qendîlê her wiha helwesta PDK’ê li dijî ciwanan çalakiyek kon li Sêmalkayê li dar xistin. Roj bi roj serdan û piştgiriya çalakiya ciwanan zêde dibe.
Îro Kongira Star û Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM ya bajarê Girkêlegê ya girêdayî kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê serdana konê çalakiyê yê ciwanan kirin. Ciwanan bi rih û moralekî bilind mêvanên xwe pêşwazî kirin.
Piştre li bin konê çalakiyê li ser navê ciwanên çalakvan rêveberiya jinên ciwan Jînda axifî û bi xêrhatina mêvanan kir.
Jînda got: Bi armanca sekna li dijî dest dirêjiya Dewleta Tirk li ser axa Kurdistanê me ev çalakî li dar xist û wê çalakiya me heta demeke dirêj dewam bike. Ji bo vê yekê emê wek gel û ciwanên şerker li hember van êrîşan tekoşîn bikin.
Her wiha li ser navê Kongira Star jî axaftin hate kirin û wiha hate gotin: Em îro ji bajarê Girkêlegê û gundên derdora wê hatine serdana çalakiya ciwanên Rojava û destek bidinê. Em ti carî sînoran nasnakin, dema şerê Kobanê keç û xortên me sînor nasnekirin û Kobanê rizgarkirin. Em soz didin şêr û pilingên Qendîlê ku wê ti carî sînor ji mere nebin asteng. Em ji bin konê çalakiyê, konê şeref û namûsê PDK’ê şermezar dikin û dibêjin heta kengî xiyanet.