2- Çînên Civakî û Pirsgirêka Burokrasiyê
Di nava rastiyên civakî de ku îdeolojiyên pozîtîvîst ew zêde nepixandine û ew di tariyê de hiştine, çîn û burokrasî cihekî girîng digirin. Diyardeya çînî ya ku pozîtîvîstên çepgir ew zêde mezinkirine, weke heqîqeteke civakî têra xwe nehatiye manedarkirin. Ji civakê bêtir rol dane çînê. Mîna ku civak ji çînan hesibandibin. Têgihiştineke civakî ya weke tevahiya çînan be, bi pêş xistine. Ya rast jî berevajiyê vê ye. Diyardeyên çînî li gorî bedena civakê divê rewşeke obezîte ango zêde qelew bêne hesibandin. Car caran zeîf û qelew dibin. Mirov civakan weke çînan bibîne, ev yek ê bi temamî mirovan serkorî bike. Heqîqeta civakî biqedîne. Îdeolojiyên çîngir di dema şaristaniyan de rengekî yekdestdar girtin; rastiya civakê bi berevajîkirin û jirêderxistinê, kirin mentiq û rêzik. Pîşeyê zanyartî û felsefeyê bi xwe hunerê gera li heqîqeta civakî ye.
Divê mirov çînîbûna tevahiya dîrokê pêş ket ne weke diyardeyeke normal a civakî, weke jirêderketinê binirxîne. Bi vî awayî mirov bi mijarê dakeve girîng e. Zanista civakî û îdeolojiya modernîteya kapîtalîst bi awayekî bingehîn li ser hîmê diyardeya çînî, radibe. Xwe weke çînên serwer û mehkûm dihûne, li hev çêdike. Îfadenekirina wê ya heqîqetê, timî dogmatîk û rexnegir mayîna wê ji vî rengê wê ye. Di tevahiya demên şaristaniyên çînî de mirov dikare heman xisletê bişopîne û bibîne. Di herdu rewşan de jî (çînên serdest û bindest) doktirînên bi awayekî îdeolojîk û zanistî hatine hûnandin, heqîqet gelekî zêde berevajî kirine. Lêgerînên rastî û heqîqetê yên ti carî kêm nebûn ji sedema zêhniyet û jiyanên di ser çînîtiyê re dihatin hûnandin. Guftûgo û xwelihevrakişandinên li ser mijara heqîqetê jî çavkaniya xwe heman rastî ne. Ango pirsgirêka civakî bi awayekî bingehîn weke diyardeyeke çînî derdikeve holê. Wexta li ser jiyana ekonomîk ava dibe, weke yekdestdariyeke di ser ekonomiyê re berbiçav dibe. Jixwe ekonomî zêde pêşde neçe çînayetî pêş nakeve. Berhemê zêde û nirxê zêde çiqasî zêde bibin, bingehê maddî yê çînî jî ewqasî zêde dibe. Pevçûn û nakokiyên hişk ên çînî li ser vê zêdeyiyê pêk tên. Di bingehê wê diyardeyê de ku jê re pevçûn û tengezariya civakî tê gotin, ev rastî heye.
Herweha her tim hêmanên deklase û lumpen ên ji wan re beredayî û aware tê gotin û beşên ji hilberandinê qut pêk tînin, hevalbendiyê bi diyardeya çînî re dikin. Bi modernîteya kapîtalîst re ev beşên kirine ‘artêşa bêkaran’ laneta sîstemê ne. Bi vî awayî diyardeyeke di cîhana heywanan de jî nîne, bi destê mirov diyarî civaka mirov tê kirin. Ji bo xebitandina sîstemê ji sedî sed hewcedarî bi artêşeke bêkaran heye. Di rewşeke berevajî de qanûna kara herî zêde nameşe. Mezinbûna sermayeyê bêyî mezinbûna artêşa bêkaran pêk nayê. Encameke din a vê diyardeyê şêniyên zêde dibin û tevgera şêniyan a rê li ber vedike. Şêniyên misêwa zêde dibin, bi tenê bêkariyê xwedî nakin; rê li ber felaketeke mezin a ekolojîk a dinya û hawîrdor nikare rake, vedikin.
Yek ji şaşiyên herî mezin ên Marksîzmê (û bi tevahî îdeolojiyên modernîteya kapîtalîst) ew e, ji bo pêşketinê çînîbûn weke mecbûriyetekê hesibandin. Şaşî yan jî qelsiya bingehîn a di sîstema wan de jî di vî hukmî de ye. Ev jî bivênevê rê li ber rewakirina tehakum û mêtinkariyê vedike. Diyardeyeke mecbûrî jî were dîtin, bivênevê wê rewa jî bê qebûlkirin. Ev hukim weke heqîqet di jidestdana nirxê de bi roleke bingehîn radibe.
Diyardeya burokratîk îfadeya sazî-dewletî ya diyardeya çînîtiyê ye. Amûra zordestî û kontrolê ya çîna serdest e, li ser tevahiya civakê û çîna mehkûm. Lê di nava pêvajoyê de dibe xwedî hêzeke mezin û xwe digihîne statuyeke xweser. Bi xwe dikeve rewşa çînekê, dikeve rewşa çavkaniya çînîtî jê zêde dibe. Misêwa ji hev cihê dike, çînîtiya jêr û jor xwedî dike. Ev rewş dihêle ku timî di binya wê de rê li ber çêbûna dualîteyekê vebe. Ji aliyê din ve, ji bo xwe timî di ser civakê re bihesibîne, ji xwe re cihekî cihê pêk tîne. Yekdestdariya çînî zêdetir bi rêya burokrasiyê pêk tê. Tevî ku tevahiya dîrokê bi pêş ketiye jî nemaze bi dema modernîteya kapîtalîst re burokrasî dibe mîna cinawirekî civakê dadiqurtîne. Belovajîbûna çînî di vê demê de bi burokrasiya zêde dibe re diyardeya civakî dixe rewşa wê ya herî qels û lawaz. Mîna ku civak ji çîn û burokrasiyê pêk hatibe, tê qebûlkirin. Di vê demê de ku zext û mêtinkarî herî zêde dibin, nakokî û pevçûn gelekî zêde dibin. Pevçûn û nakokiyên zêde dibin bêhtir dibin sedema burokrasiyê û ev jî dihêle ku pirsgirêkên civakî veguherin bûyerên diberidin û cih bi cih jî teqînên şoreşane.
Çînîtiya mehkûm weke heqîqet bê nirx û qîmet e. Kole, heqîqeta mirovê ferd ê şopa wî jêçûyî, îfade dike. Ango tevgerên polîtîk û îdeolojîk ên xwe disipêrin kole, nikarin berdar bin. Lê eger tevgerên çînî yên bindest bibin parçeyekî tevgerên li dijî zordestî û mêtinkariya tevahiya civakê yên li heqîqetê digerin û dixwazin wê bi dest bixin, hingê manedar dibin. Çînparêziya teng weke heqîqet bê qîmet e, û herweha weke tevger şensê xwe yê serketinê zêde nîne. Di vê mijarê de rastiyên dîrokî bi mînakên hînker tijî ne.
Ev nirxandinên der barê çîn û burokrasiyê de ji bo dîroka civakî ya Rojhilata Navîn bi zêdeyî li cih in. Çînîparêzî û burokrasî xwe li ser çar şêweyên bingehîn rewa dikin. Ev dînperestî, milletperestî, cinsperestî û zanistperestiya pozîtîvîst e. Di navbera şêwegirtina îdeolojîk û çînîparêziyê de têkiliyeke xurt heye. Ji ber vê sedemê ye ku zêde heqîqetê nikarin pêşkêş bikin. Pêşketina civaka demokratîk li dijî çînîparêziyê alternatîf û berdêla herî di cih de ye. Bi nêzîkatiya çîn li dijî çînê, timî çîn zêde kirine, lê belê têkoşîna demokratîk a bi çînîparêziyê re çînê di nava civakê de kêm dike û dihelîne, digihîne civaka wekhev û azad. Ango bi civaka ekolojîk û ekonomîk pêşî li yekdestdarên sermayeyê digire da ku nebin xwediyê zêdeyiya zemînê maddî yê çînîgirî ye. Di dema şaristanî û modernîteyê de danehevên nirxê zêde yên weke hêmanê di bingehê pirsgirêka civakî de bûn, wê ji aliyê hêmanên modernîteya demokratîk ve bêne helandin û wê çareseriya civaka demokratîk dest pê bike. Bi vî awayî wê bê piştrastkirin ku têkoşîna çînî ya hevgirtî, têkoşîna demokratîk e.
3- Hiyerarşî, Desthilatdarî, Pirsgirêka Dewletê û Şoreş
Şoreş para bêhtir bi armancên xwe re li hev nakin û berevajî wan bi encam dibin; ji ber ku pirsgirêka hiyerarşî, desthilatdarî û dewletê rast ji hev dernaxin. Di vê mijarê de jî dîrok bi enqaz û xirbeyên gelek şoreşên berevajî armancên xwe ketine tijî ye. Ji Şoreşa Îslamê ya herî zêde bi îdeaya xwedatiyê rabû heta bi Şoreşa Fransî ya xwe şoreşa rohnîbûnê ya sedsala 18. hesiband, dîsa heta bi Şoreşa Bolşevîk a Rûs a sosyalîzma zanistî bi dehan mînakên bi heman rengî, ji wan nehat ku di dema kin de berevajî armancên xwe bi encam nebin. Sedema bingehîn a vê diyardeyê jî ew e, di ‘dema kin’ de têkbirina dewletekê yan jî hêzeke desthilatdariyê ya hiyerarşîk nayê maneya têkbirina şaristanî û modernîteya çand û saziya ‘dema dirêj’. Heta, eger dewleta têkçûyî di nava sîstema şaristaniyê yan jî modernîteya heyî de bûbe asteng û kelemek, hingî ya ku wê karektera xwe bide tevahiya dewletên wê demê yên ku bi şoreşê wê bi hêztir bibin, wê şaristanî û modernîte bin. Têkbirina dewletê, têkbirina desthilatdarî û modernîteyê nîne. Di binê para bêhtir bi hêzbûna desthilatdariyê de ev rastiya bingehîn heye.
Hiyerarşî û desthilatdarî weke diyardeyên di zikhev de demên hezar salan didomin. Dewlet berhemên demên kintir in. Şoreş jî bûyerên demên kêliyan in. Ev rewş nayê wê maneyê ku şoreş bi roleke girîng ranabin. Lê tehlûkeya ku şoreş dema dirêj û navîn di nava avahiyên şaristanî û dewletan de xwemalî bibin weke îhtîmaleke xurt a bi tehlûke, her heye. Mînak, Şoreşa 1917’an a Cotmehê li hemberî ti dewletê têkneçû. Lê li hemberî sîstema avabûna dema dirêj a modernîteya kapîtalîst têkçû. Bêguman di vê de şerê wê yê bi tenê li dijî hêmana modernîteyê, kapîtalîzmê diyarker bû. Ji ber ku wexta li dijî wê têdikoşiya di bin navê kapîtalîzma dewletê de bi şêweyekî herî paşverû û muhafezekar têdikoşiya û di têkçûna wê de para vê yekê diyarker bû. Hewl da hêmanên îndustriyalîzm û dewleta netewe di asta herî jor de pêşde bibe. Bêyî ku modernîteyê ji hev derxe û bi peyketina wê ya fikrên sabit û di mejiyê wê de bistbûyî, jixwe wê di encamê de şoreş bikira berevajiyê armancên wê. Sedsala 20. bi enqaz û xirbeyên şoreşên bi vî rengî tijî ye. Ji bo têkoşîna li dijî çanda hiyerarşî, desthilatdarî û dewletê, hewcedarî bi bikaranîna şîroveyeke rast a dîrokê (dîroka hêmanên demokratîk) û hêmanên wê yên dijber ên rast hatine pênasekirin, heye. Eger şoreş li ser vî bingehî hîmê xwe deynin, wê berevajiyê armancên xwe bi encam nebin û bi sîstema dema dirêj a modernîteya demokratîk re bi yek bin, dikarin serketî bin.
Eger em di vê çarçoveyê de şîroveya şoreşger a sê dînên yek xwedayî yên Rojhilata Navîn bikin, em ê baştir fêhm bikin ka çima berevajiyê îdealên xwe yên bilind û mezin bi encam bûne. Dilê xwe bijandine hiyerarşî û desthilatdariyên avahiyên dema dirêj in, û tavilê bûne dewlet, ev jî sedema bingehîn a serneketina şoreşên wan ên dînî ye. Mîna ku qanûneke dij-şoreşê be; yên yeqîn dikin ku bi wan re şer dikin, bi pirranî dikevin ser rêya wan û bêhemdê wan be jî xwedî li armancên wan derdikevin. Ev hersê dînên yek xwedayî jî ketin ser rêya dijberên xwe û ji rê derketin. Di vê çarçoveyê de jî mirov dikare li rewşa wan serwext bibe û fêhm bike. Ev dekûdolab, ev fenûfût di dema modernîteyê de hê eşkeretir têne gerandin û têne kirin. Bi tevahî şoreşên neteweyî wexta bi dewleta neteweyî bi sazî dibin û bi armancên xwe re dikevin nakokiyê, êdî bi êş û hêrs têne bibîranîn.
Di civakên Rojhilata Navîn de weke dem û zêdebûn, şaristaniyên herî zêde dirêj û bi hêz dewam kirine, asta herî bilind a çanda hiyerarşî, desthilatdarî û dewletê îfade dikin. Hê ji wexta Gilgamêş ve tê zanîn ku desthilatdarî nexweşî ye. Zanyar û hozanan timî behsa nexweşiya desthilatdariyê kirine, û ew di rola fahîşeyeke cazib de dane naskirin. Hiyerarşî li Rojhilata Navîn hilat. Rojhilata Navîn bû dergûşa çanda herî dirêj a çavkaniya tevahiya desthilatdarî û dewletan. Ji lewra em dikarin baştir fêhm bikin, bê ka çima li Rojhilata Navîn çanda demokratîk timî di binî de dimîne. Di civakekê de ku her sermiyanê malê xwe împaratorekî piçûk bihesibîne, mirov dikare fêhm bike ka çima rola şoreşan bi sînor dimîne. Bi tevahî qebûlkirina modernîteyê weke şoreş, dihêle ku asta pirsgirêkên civakî yên roja me ya îro gihiştinê, em baştir fêhm bikin. Eger hûn sîstemeke fetihkar a çavkaniya pirsgirêkan e, weke çareserkerê bingehîn ê pirsgirêkan bi cih bînin, weke encam bêguman hûn ê pirsgirêkên civakî yên hê giranbûyî bibînin.
Di sedsala dawî de bûyîna xwediyê dewleteke netewe, hema hema weke pêkhatina hevdîtina herî mezin a bi xwedayê xwe re hat fêhmkirin. Xwedayên kevin jî bezandin xizmeta xwedayê dewleta netewe. Dewletên netewe yên Rojhilata Navîn hê haya wan ji wan nîne ku hem li beramberî hev hem jî li beramberî kesên mîna hemwelatî hîn bûne, weke amûrekî şer têne bikaranîn û nikarin bibînin ku hegemonya sîstemê ev kiras li wan kiriye. Navendîkirina desthilatdariyê û zêde neteweyîkirina dewletê weke rola li şoreşa neteweyî hatî barkirin, dihesibînin. Şoreşeke bi ev çend nakokiyan barkirî, şensê wê yê serketinê bidin aliyekî, bi hêsanî dikare bibe derbeke li azadî û wekheviya bi îdeaya wê radibe, bikeve. Şoreş kengî bibin antî-navendîparêz û antî-desthilatdarî hingê dikarin ji civakeke azad û wekhev re xizmetê bikin. Li Rojhilata Navîn çanda demokratîk çiqasî karibe ji çanda dewleta netewe ya zêde hatiye nepixandin bibihure wê şensê xwe yê pêşketinê hebe. Avahiyên desthilatdarî û dewletê yên bi xwe sermaye û yekdestdariyên din ên mêtinkariya wan zêdebûyî îfade dikin, çiqasî bi civaka demokratîk a ku civaka ekolojîk û ekonomîk a zêdebûyî îfade dike li dawiyê bêne hiştin, eşkere ye ku çareseriya rastî ya pirsgirêkên civakî jî wê ewqasî durist bimeşe. Modernîteya demokratîk weke îfadeya neteweyên demokratîk û sîstematîka wan e ku nûneriya serdema bihurîna ji pirsgirêkên çavkaniya wan hiyerarşî, desthilatdarî û dewlet e, dike.
Ji bo şoreş karibin manedar bibin û bi armancên xwe re nekevin paradoksê, divê piştî şoreşê bi nexweşiya desthilatdariyê nekevin û bi dewletparêziyê nexapin. Şoreşên tavilê dibin desthilatdarî û dewlet bi tenê qediyayî nayên hesibandin; bi îdealên xwe yên wekhevî, azadî û demokrasiyê re xiyanetkirî têne qebûlkirin. Di vê çarçoveyê de dîroka şoreşan xwedî trajediya dîroka xiyanetê ye. Ji vî awirî ve Şoreşên Franse, Rûs û Îslamê bi dersan tijî ne. Ango gelekî girîng e ku şoreş li şûna tavilê bi şertê desthilatdarî û dewletê ve werin girêdan, ji bo dema dirêj bi nirxên civaka exlaqî û polîtîk ve bêne girêdan. Bingehê civaka exlaqî û polîtîk jî mirov bi tenê dikare bi siyaseta demokratîk deyne, bideribîne. Siyaseta demokratîk heta civakan raneke ser piyan, di her komê de rêxistinên demokratîk ava neke û pêşengên demokratîk negihîne, şêwazê jiyana demokratîk a dema dirêj neceribîne û nede rûşkandin, civakên exlaqî û polîtîk nayên avakirin; weke îfadeya berbiçav a civaka exlaqî û polîtîk civakên demokratîk ango neteweyên demokratîk pêk nayên. Pêvajoya modernîteya demokratîk bi vî awayî bi dema dirêj weke serdemeke nû ya ji yekparebûna neteweyî ya komên demokratîk pêkhatî tesewirkirin û bi sazîkirin, divê weke şêweyekî nan, av û hewaya ku bêyî wan nabe, were nirxandin.
Pirsgirêkeke din a girîng bi hiyerarşî, desthilatdarî û dewletê re têkildar bi wesfê van saziyan bi xwe re eleqedar e. Bi paldana van saziyan, xwe rakişandina li gera wekhevî, azadî û demokrasiyê, di serî de Marksîzm, paradoksa herî mezin a îdeolojiyên armanca xwe bi vî awayî îlan dikin e. Ev diyardeyên behsa wan tê kirin bi înkara nasnameya wekhevî, azadî û demokrasiyê hebûna xwe bi dest dixin, ji lewra bi paldana wan, hewldana ji bo xwe gihandina armancê, paradoksa herî mezin e ku di dîrokê de qewimiye. Îronîk e: amûrên pala xwe didinê çînîbûnê bi sazî dikin û ji bo lawazkirina yekdestdariyên sermayeyê yên li ser ekonomî û eko-civakê, ji bo qelskirina otorîteya hiyerarşî û desthilatdariyê ya li ser civaka demokratîk, panjahr bi huqûqê bi sînorkirina dewletê ye. Lema siyaseta demokratîk bi roleke welê radibe ku dest jê nabe. Ji bilî siyaseta demokratîk bi amûrekî din (di nava cudahiyan de) xwegihandina civaka wekhev û azad nabe. Tu çiqasî bibî desthilatdarî tu yê ewqasî bibî çînparêz. Berevajiyê wê jî tu çiqasî bibî demokratîk tu yê ewqasî bê çîn bibî. Mirov heta amûrekî berfireh ê siyaseta demokratîk li ser çanda Rojhilata Navîn ferz neke, civakê timî bi vî amûrî hişyar neke, raneke ser piyan û çalak neke, mirov nikare xwe bigihîne civaka demokratîk. Mirov heta xwe negihîne civaka demokratîk jî nikare ti armanca wekhevî û azadiyê pêk bîne û nikare xwe bigihîne serdema şaristaniya demokratîk.