Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê 17 welatiyên din li navçeya Cindirêsê ya Efrînê revandin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Çavkaniyên ji herêmê eşkere kir ku giropek çete yên girêdayî Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya Efrînê 17 welatiyên din revandin. Çavkaniyê diyar kir ku pêncşema derbast bûyî, çeteyên giropa AL-Hemzat, 17 welatiyên sivîl yên gundê Qicûmanê ya ser bi nehiya Cindirêsê, birine.
Ji bo azadkirina wan girtiyan jî, jinên gund li ber deriyê navenda çeteyan kombûn û daxwaza azadkirina girtiyan kirin.
Dewleta Tirk û çeteyên wê li herêma Efrînê, bi dehan welatiyên sivîl girtine û ziyanên mezin digihînin wan û mal û milkên wan.