Festîvala 25 mîn ya ciwanên çepgir yên Filistînê ku vê salê li dijî dagirkeriyê hatibû li dar xistin duh bi dawî bû. Ciwanan di festîvala xwe de got: Em Îsraîl û Hemas jî naxwazin.
FERXA-FILISTÎN – Festîvala ciwanan çend roj berê li bajarê Ferxa yê Filistînê hate li dar xistin. Ciwanan di festîvala xwe de semînerên ji bo jinên tekoşer dan, her wiha ciwanan di festîvala xwe de biryar girtine ku baxçeyekî bi navê Rêber Ocalan vekin.
Ciwanan di festîvalê de karên Ekolojîk jî dikirin û pirojeyên Ekolojîk li pêş xistin. Festîvala ku çend rojan dewam kir, ciwanên Enternasyonal, ciwanên Kurd ji Elmaniyayê her wiha ciwan ji Kubayê tevlî festîvala ciwanên Filistîn bûn.
Ji bo piştgiriya ciwanên Filistîn, Komuna Ciwanên Enternasyonal û Ciwanên Rojava peyam ji ciwanên Filistînî re şandin. Ciwanan di dawiya festîvalê de ku duh bi dawî bû piştgiriya xwe ji bo şoreşa Rojava û ciwanên Rojava re dan.