Di çarçoveya qonaxa duyemîn ya hemleya SERÎ HILDE de ku di bin silogana” SERÎ HILDE, ŞER BIKE, EFRÎNÊ AZAD BIKE” dest pêkiriye, Yekîtiya Ciwanên Rojava ya bajarê Hesekê li diji dagirkeriya dewleta Tirk meşek li dar xist.
HESEKÊ – Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Hesekê li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê meşek li dar xist. Meşa ciwanan ku ji çerxeriya Îtfaiyê dest pêkir, ber bi navenda ciwanan ve meşiya. Ciwanan di meşê de alên YCR, YJC û wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocaln hildan.
Ciwan di nava kolanên bajêr de geriyan û bê navber diroşmeyên” Na ji dagirkeriya Dewleta Tirk re”.” Emê li dijî dagirkeriyê şerbikin”.”Bijî Serok APO” berz kirin. Piştî meş gihişte navenda ciwanên Hesekê axaftin hatin gotin.
Li ser navê ciwanên Rojava Sadiq Kobanê axifî û got: Heta ku em Kurdistan rizgar nekin em ranawestin, ev hemleya me ya serî hilde wê heta azadiyê dewam bike.
Her wiha li ser navê jinên ciwan Nurşîn Ibrahîm jî axifî û got: Emê li dijî hovîtî û dagirkeriyê serî hildin.
Meşa ciwanan bi siloganên şermezarkirina degirkeriyê û silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.