Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê di gotara xwe de işaret bi girîngiya doza 10’ê Cotmehê kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Rûniştinên tûra 10. a doza Komkujiya Garê ya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê ku 103 kes lê hatin kuştin, wê di 31’ê Tîrmehê û 1-2’ê Tebaxê de pêk werin. Tê payin ku heyeta dadgehê di van rûniştinan de biryara xwe bide.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku yek ji mezintirîn komkujiyên dîroka Tirkiyeyê roja 10’ê Cotmeha 2015’an li meydana Garê ya Enqereyê pêk hat û zêdeyî sed mirov bi bombeyan hatin kuştin.
Karasû got, “Gotin ku DAÎŞ’ê ev komkujî kiriye. Dibe ku kesên ku pêwendiya xwe bi DAÎŞ’ê re hebe ev kiribin. Lê ya girîng ew e, bê kê ev kes bi rê ve birin, kê çavên xwe lê girtin û bi kîjan armancê hate kirin. Naxwe gotina ‘DAÎŞ’iyan kirin’ wê weer wateya veşartin û nixumandina rastiyan. Van rojan wê rûniştina biryarê li ser darizandina komkujiya 10’ê Cotmehê bê kirin. Wê cezayê muebbetê yê girankirî li hin kesan bibirin û bi vî rengî ser komkujiyê binixumînin, nehêlin ku rastiyên esasî derkevin holê.”
‘BI TÊRKERÎ XWEDÎ LI WAN NEHATE DERKETIN, DIVÊ JI NIHA Û PÊ VE XWEDÎ LÊ BÊ DERKETIN’
Bi gotina “Bi têrkerî li ser vê komkujiyê nehate rawestîn, di rojevê de nehate hiştin” rexne kir û anî ziman, gelekî girîng bû ku xwedî li vê dozê bihata derketin û weke beşek ji têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bihata dîtin.
Karasû ragihand, hêzên demokratîk ên Kurd û Tirkiyeyê bi têrkerî xwedî lê derneketin û got, “Bi xwedîderketina ji niha û pê ve dikarin vê kêmasiyê çareser bikin. Divê wijdanê hemû şoreşger û demokratan ji ber xwedîlêderneketinê nerehet be. Ew ji bo me, ji bo gelên Tirkiyeyê şehîd bûn.”
Karasû da xuyakirin ku ev komkujî ewqasî mezin bû ku gelek desthilatdarî ji ber vê yekê dikarîbû ji desthilatdariyê bê xistin, lê belê desthilatdariya AKP-MHP’ê mîna ku jê ne berpirsyar in, bi hêsanî xwe ji bin berpirsyariyê derxist.
Mûstafa Karasû destnîşan kir ku li pişt vê komkujiyê MÎT heye û ji aliyê Gladyoya Qesrê û MÎT’ê ve hatiye birêvebirin.
‘DESTHILATDARIYA AKP’Ê BERPIRSYARÊ KOMKUJIYA 10’Ê COTMEHÊ YE’
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû da xuyakirin ku desthilatdariya AKP’ê berpirsyarê komkujiya 10’ê Cotmehê ye û wiha dewam kir: “Êrîşa faşîzmê ya li dijî hêzên demokrasiyê ye. Faşîzm û paşverûtiya li Tirkiyeyê êrîş bir ser hêzên demokrasiyê şoreşger ku wê dawî li wan bînin. Êrîşa 10’ê Cotmehê li dijî têkoşerên aştiyê yên li hemberî polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKP’ê hatiye kirin. Biryara li ser kampanya êrîşan a li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ku hîn dewam dike, sala 2014’an hate girtin û piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê bi cih hate anîn. Bername û bingeha vî şerî Plana Têkbirinê ye. Endamekî vê planê jî Musteşarê Ewlekariya Cemaweriyê ye ku tevlî hevdîtinên li Îmraliyê dibû. Piştî tengezariya li Îmraliyê ya bi Musteşarê Ewlekariya Cemaweriyê, tecrîdeke giran ahte ferzkirin. Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan polîtîkayên desthilatdariyê qebûl nekir, biryara tecrîdê girtin. Komkujiya 10’ê Cotmehê qonaxeke girîng a vê pêvajoyê ye.”
Mûstafa Karasû anî ziman ku ji êrîşên li dijî bîranînên 10’ê Cotmehê jî tê dîtin ku AKP hevpar û sûcdarê komkujiyê ye û wiha dewam kir: “Çawa ku êrîş bir ser kesên komkujiya Roboskî protesto kirin û ew girtin, êrîş bir ser mirovên ku qurbaniyên komkujiyên Enqere û Pirsûsê bi bîr anîn. Gotina ‘DAÎŞ’ê ev êrîş kir’ xizmetê ji nixumandina rastiyê dike. Komkujî ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve hatiye kirin. Pêwîstî bi lêgerîn û dîtina kiryarekî din nîne. Lewma divê nêzîkatî û têkoşîneke welê bê dayin ku AKP û Tayyîp Erdogan sûcdar bê dîtin.”
‘DOZA 10’Ê COTMEHÊ DIVÊ NE LI VIR BIQEDE, NE JÎ HETA BI HETAYÊ BIDOME’
Mûstafa Karasû got, “Doza 10’ê Cotmehê divê ne li vir biqede, ne jî heta bi hetayê bidome” û wiha dewam kir: “Tayyîp Erdogan timî qala kesên di dema darbeay 15’ê Tîrmehê de mirin dike; qala hilanîna tola wan dike. Lê belê êrîşê dibe kesên ku di vê êrîşa giran a li dijî hêzên demokrasiyê de şehîd bûne, dike. Bi nedîtina piştperdeya vê komkujiyê re, hewl dide ceza li çend kesan bibirin û komkujiyê binixumînin. Ev nêzîkatî exlaqî û wijdanî nîne û divê bê mehkûmkirin. AKP û Tayyîp Erdogan ji ber ku sûcdar in bi vî rengî nêzî dozê dibin.”
‘QET NEBE DIVÊ JI NIHA Û PÊ VE XWEDÎ LI DOZA 10’Ê COTMEHÊ BÊ DERKETIN’
Di dawiya gotara xwe de endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû wiha nivîsî; “Heta niha bi têrkerî xwedî li doza 10’ê Cotmehê nehate derketin. Qet nebe ji niha û pê ve bila xwedî lê bê derketin. Bila destûr neyê dayin ku ev doz bê nixumandin û jibîrkirin. Jibîrkirina vê komkujiyê wê wijdanan pûç bike. Mirovên vî warî bi wijdan in. Ji ber vê yekê divê her sal ev şehîd timî bên bîranîn; bi bîranîna vê bûyerê re bi hêrseke mezin li dijî faşîzmê têkoşîn bê dayin. Pêwîste em ji bo dilsoziya bi hesret û bîranînên wan têkoşînê geş bikin. Em şervanên aştî, demokrasî û azadiyê yên 10’ê Cotmehê careke din bi minetdarî bi bîr tînin. Bi hestên wan ên bedew, wê teqez Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistana bedew bên afirandin.”