Çalakiya kon ya ciwanan dewam dike. Îro li bin konê çalakiyê ji bo ciwanên Qamişlo ku nobeta xwe li bin konê çalakiyê dikirtin semîner hate dayîn.
SÊMALKA – Di çarçoveya çalakiya kon ya ciwanan de ku ket roja xwe ya 7 mîn de semîner hate dayîn. Semînera ku li ser mijara “Ciwan û Parastin” bû ji aliyê Rêveberiya Yekîtiya Ciwanên Rojava Serxwebûn Bagok hate dayîn.
Serxwebûn Bagok di semînera xwe de wiha got: Pêwîste ciwan weke mertalên zindî û xelekên ji agir bin li dijî dagirkeran, ev sînorên ku hatine dayîn û Kurdistan kirine çar parçe bila ji ciwanan re nebe asteng, pêwîste em axa xxwe, gelê xwe û biratiya gelan li ser fikir û ramanên Rêber APO biparêzin.
Pêwîsta em ciwan hemî qadan bikin qadên serhildanê.
Piştî semîner bi dawî bû ciwanan nîqaşên li ser rewşa siyasî kirin.