Li navçeya Colêmergê Geverê, komek xwendekarên zanîngehê û mezûnan li parqa bajêr bi gel re çalakiya pirtûkxwendinê li dar xistin.
COLEMÊRG – Li Geverê komeke ku ji xwendekarên zanîngehê û mezûnên wê pêk tê, li parqa bajêr pirtûk belav kirin û çalakiya pirtûkxwendinê li dar xistin.
Ji bo ku hîmê pirtûkxwendinê zêde bikin û him jî hişyariyeke bidin li parqa Avaşîna Geverê çalakiyek li dar xistin. Ciwan piştî armanca çalakiyê vegotin, pirtûk belav kirin.
Çalakî dora seatek domand û di derbarê çalakiya de jî Abdullah Bartin got ku ” li navçeya me nisbeta pirtûkxwendinê pir kêm e”.