Nobeda Azadiyê ku ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê girtin, ji aliyê komeke girseyî ya ji eyaletên rojhilat ên Elmanyayê ve dewr hate girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ku 25’ê Hezîrana 2012’an li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir, 319 hefte ne bi rengekî bê navber dewam dike.
Hefteyê heft rojan, ji danê sibehê heta êvarê ji bo azadiya Ocalan nobed tê girtin. Çalakgerên vê hefteyê 10 Kurdistaniyên ji eyaletên Sachsen û Sachsen-Anhaltê yên li rojhilatê Elmanyayê ne. Komê roja Yekşemê dest bi nobedê kir. Nobedarên vê hefteyê welatparêzên ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê ne ku ji bajarên Leîpzîg û Dresden ên eyaleta Sachsenê û ji bajarên Magdebûrg û Halle yên eyaleta Sachsen-Anhaltê hatine.
Kom ji welatiyên bi navê Kerem Gok, Aslihan Çetîn, Mediye Çelîk Kûrt, Selahattîn Ozçelîk, Norşîn Ozçelîk, Veysel Çetîn, Newal Çetîn, Amara Aydin, Kasim Osman û Kanîwar Alkhaled pêk tê.
‘EWROPA LI GORÎ PÎVANÊN XWE TEVNAGERE’
Bi navê çalakgerên vê hefteyê daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, “Em ji saziyên Ewropayê dixwazin ku li gorî qanûn û pîvanên xwe tevbigerin û ji bo berjewendiyên xwe, pîvanên xwe binpê nekin. Li vê derê avahiyên Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) hene. Ewropa timî bi çanda xwe ya demokrasiyê pesnê xwe dide. Em jî ji wan dixwazin ku xwedî li berpirsyarî û pîvanên xwe derkevin. Ev yek jî mafê me yê qanûnî ye.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê hefteyekê ji gelan re qala girîngiya nêrîn û azadiya Ocalan bikin û bang li Kurd û dostên wan ên li Ewropayê hate kirin ku bi şiyara ‘Azadî ji Ocalan re’ destekê bidin çalakiyê.
Nobedarên hefteya bihurî koma ji 4 kesan a ji Danîmarkayê bû.