Îro şandeyeke ji Desteya Ciwan û Werzîşê serdana konê çalakiyê yê ciwanên Rojava kirin û çalakiya wan ya li dijî dagirkeriyê silav kirin.
SÊMALKA – Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê îro serdana konê çalakiyê yê ciwanan kirin. Piştî ciwanan şande pêşwazî kirin, li ser navê şandê, Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê Alaa Alobaîd li bin konê çalakiyê semîner ji bo ciwanan da. Semîner li ser armancên ciwanan her wiha şoreşên li Rojhilata Navîn bû.
Piştî semînerê nûçegihanê me ku çalakiyê dişopîne hevdîtin bi Alaa Alobaîd re kir. Alobaîd li ser çalakiya ciwanan wiha axifî: Îro em hatine serdana çalakiya ciwanan ji ber ku ev çalakiyeke pîroze, nerîna ciwanan ewe ku em destek bidin tevahî tevgerên azadî xwez.
Wek em dizanin îro Başûrê Kurdistanê û Qendîlê rastî êrîşên hovane yên Dewleta Tirk a dagirker tê, jiber vê yekê em destek didin berxwedaniya Qendîlê, em hatin serdana çalakiya ciwanan bikin û destek bidin, ciwanan bi moralekî pir bilinê em pêşwazî kirin û çalakiya xwe bi vî rihê ciwantiyê dewam dikin.