C- ÇARÇOVEYA PRENSÎBÎ
Çarçoveya prensîbî divê di çarçoveya teorîk de were pêşdebirin. Çareseriyên demokratîk ên bêne pêşdebirin ji rojanebûn û konjekturelbûna wan wêdetir divê yên avabûnê bin û mayînde bin. Çareserkirina pirsgirêkan divê ne bi kêrî dewamkirina rewşa heyî bê, divê yan bi kêrî rizgarkirina sîstemê û eger nebe jî bi kêra jinûveavakirina sîstemê were. Dewleta fonksiyonel û aramiya mayînde ya civakê çareseriyên bi vî rengî ferz dikin. Li gorî ku demokrasî sîstemeke dewlet û civakê ye, gavavêtinên demokratîkbûnê divê sîstematîk bin. Em ê hinek prensîban rêz bikin, mumkîn e ku mirov wan berfirehtir bike û pêşde bibe. Ez yeqîn dikim ku ji bo sîstema demokratîk wê şert û mercên tesîskirina çarçoveyeke mayînde pêk bînin.
1- Prensîba Neteweya Demokratîk:
Netewetiya yekparebûnê pêk tîne, divê ne weke neteweya dewletê, lê weke neteweya demokratîk were avakirin an jî hedef û armanc ew be ku netewetiyên heyî ber bi neteweya demokratîk ve bêne veguherîn. Têgihiştina nerm a netewe û nasnameya serê wê vekirî ji bo pêkhatina vê armanc û hedefê dibe ku bibin destpêkeke têrê bike. Li vir a girîng ew e, neteweya pê yekparetî çêbibe, divê ne bi zora desthilatdariyê, lê bi demokrasiya bi dilê xwe ava bikin an jî veguherin. Di neteweya demokratîk de azadî û mafên kolektîf û ferdî mîna du rûyên madalyonekê hevdu temam dikin. Bi tenê welatiyan esas nagire; civakên sivîl ên cuda, cemaet û komên gelan weke yekeyên kolektîf dibîne û wan weke çavkaniya dewlemendiyê dihesibîne. Welatî çiqasî bibin endamên fonksiyonel û kêrhatî yên kolektîvîteyê ewqasî jî statuyeke bi hêz pêk tînin.
2- Prensîba Welatê Hevpar (Welatê Demokratîk):
Divê têgihiştina welatê hevpar (welatê demokratîk) bingeh bê qebûlkirin. Ango li şûna welatekî xwe bisipêre etnîsîteyeke yek zimanî û yek dînî, welatekî xwe bisipêre pirr zimanî, pirr neteweyî û pirr dînî rastir e. Ev yek wê zêdetir bersiva yekparebûn, xuşk û biratiyê bide. Ev yek wê temendirêjtir be. Têgihiştina welatî ya xwe disipêre hisa etnîsîteyeke bi tenê, wê beşekî mezin ê welatiyan bike yên din. Ev têgihiştina qutban çêdike û yên din zêde dike, bi rola rastî ya cihêkariyê radibe. Têgihiştina welatiyên ji yek tornayê derketî qebûl dike, eşkere ye ku çavkaniya xwe faşîzm e. Cihêrengî û cudatî dewlemendiya hem xwezayê hem a civakê îfade dike. Hisa welatparêziyê ne bi nijadeperestî ne jî bi şovenî, lê bi hisa girêdana bi ax, ekolojî û pêşketinê rastir e.
3- Prensîba Komara Demokratîk:
Eger mirov komarê weke şiklê dewletê bi dewleta netewe îfade bike, nexasim bi şêweyê dewletdariyeke hişk a neteweyî vê bike, ev hêmanekî din e ku pê yên din têne afirandin. Ji bo komarê rejîma dewletê ya herî di cih de dewleta netewe nîne, dewleta demokratîk e. Dewletek nabe ku hem dewleta netewe be, hem jî dewleta demokratîk be. Ev herdu reng û sifet li hev nakin, bi hev re nakok in. Dewleta demokratîk li sîstema demokratîk vekiriye, pêre li hev dike. Hedefeke bi vî rengî ya dewleta netewe nîne, berevajî civaka demokratîk di nava xwe de asîmîle dike. Prensîba çareseriya demokratîk bi komarê re li hev dike, lê bi heman awayî bi şêweyê dewleta netewe re li hev nake. Ya girîng ew e, divê mirov li komarê weke rêxistina sîwan a demokratîkbûnê bifikire û ava bike. Di çareseriya demokratîk de girîng e ku şêweyên dewletê yan jî komarê îdeolojîk neyên kirin, bi etnîsîte û dînekî ve neyên girêdan. Divê komar ji bo tevahiya welatiyan weke rêxistiniyeke demokratîk a bibe sîwan were qebûlkirin û ya herî rast ew e, di vê çarçoveyê de terîfeke huqûqî were kirin. Bi vî awayî, wê prensîba civakî û prensîba laîktiyê bi cewherê xwe di nava terîfê de cih bigirin. Kengî komar bi vî awayî eşkere hat terîfkirin, mirov dikare wê bi etnîsîteyekê, dînekî yan jî
îdeolojiyekê ve girê nede. Mînak têgînên ‘Kurd’ û ‘Tirk’ yên etnîsîte û kok di wan de hene, dîsa îfadeyên din ên mîna dîn û îdeolojîk di nava xwe de dihewînin fena Îslamtî, Xiristiyantî û Sunnîtiyê li navê komarê neyên zêdekirin, wê zêdetir yekpare be, û zêdetir karibe bihewîne.
4- Prensîba Destûra Bingehîn a Demokratîk:
Tevî ku demokratîkbûn tevgereke siyasî ye, eger xwe nesipêre destûreke bingehîn a bi lihevhatineke civakî hatiye pêkanîn, wê nikaribe bibe rejîmeke rêveberiyê ya sîstematîk û mayînde. Destûrên bingehîn ên demokratîk lihevkirina civaka demokratîk û dewletê îfade dikin. Azadî û mafên ferdî bi tenê dikarin bi civaka demokratîk manedar bibin. Naxwe li hemberî dewletên hêza wan gelekî zêde, parastina gelan mumkîn nîne. Ji bo dewlet jî ne weke saziyeke timî pirsgirêkan diafirîne û giran dike, lê weke qadeke pispor û tecrûbeyên kombûyî ya çareseriyê pêk tîne bimîne, destûra bingehîn a demokratîk amûrek e, ku dest jê nabe. Destûra bingehîn a demokratîk dewletê fonksiyonel dike, wê dike pispor û xwedî tecrubeyeke kombûyî, bi vê xisleta xwe mîna zemqê dewlet û civakê bi hev ve dizeliqîne.
5- Prensîba Çareseriya Demokratîk:
Prensîba çareseriya demokratîk zêdetir ji bo demokratîkbûna wê civaka sivîl e ku armanca wê ya dewletbûnê nîne, naxwaze bibe dûvikê dewletê ango modeleke çareseriyê ye, armanca wê civaka demokratîk e. Di nava dewletê de li guhertinên bingehîn ên şeklî nagere, ji vê zêdetir berê xwe dide çareseriyên ku di nava civakê de rê li ber rejîmeke demokratîk a bimeşe veke. Der barê dewletê de herî zêde destûreke bingehîn a demokratîk dixwaze. Hemin divê ji bo pêkhatina destûra bingehîn a demokratîk hewldanên tatmînkar ên teorîk û pratîk hebin, û ev destûra bingehîn divê ji dewletê zêdetir xweşhaliya civakî bike armanca xwe. Dijberê prensîba çareseriya demokratîk, ferzkirina çareseriyên dewletparêz û desthilatparêz in. Çareseriya demokratîk weke prensîb bi parvekirina desthilatdariyê re mijûl nabe, heta jê dûr disekine. Ji ber ku desthlatdarî çiqasî zêde bibe, ji demokrasiyê dûrketin jî ewqasî pêk tê. Eger bi tenê li
ser navê hukûmet û dewletan civak bêne tenzîmkirin, hingê a derkeve holê wê nîzamekî antî-demokratîk be. Ji ber ku hêzên civakî tevlî nava meseleyê nehatine kirin. Wexta hukûmet û desthilatdarî ber bi erênî ve bêne tenzîmkirin dibe ku pêşî li demokratîkbûnê vebe, lê demokratîkbûn bi xwe pêk nayê. Armanc û hedefên çareseriya demokratîk nabe ku parvekirina derfet û îmkanên dewletê yan jî desthilatdariyê bin. Mirov xwe bi dewletê ve bigire, blokeke wê pêk bîne, nabe ku ev weke hedefa çareseriya demokratîk were dîtin.
Di prensîba çareseriya demokratîk de xusûsa bingehîn ew e, destûra bingehîn divê bihevrebûneke aştiyane ya saziyên dewletê û saziyên demokratîk misoger bike. Di navbera hebûna herdu saziyan de rewabûneke qanûnî heye. Hebûna xwe li ser înkara hevdu pêk nayînin. Ne hewce dike li ser navê demokrasiyê dewlet were tesfiyekirin, ne jî hewce dike li ser navê dewletê demokrasî were helandin. Ji ber ku li Rojava ev herdu sazî zêde di zikhev de ne, ev dihêle ku demokrasî di nava dewleta netewe de weke saziyeke şeklî bimîne. Yek ji pirsgirêkên aktuel ên demokratîkbûnê ew e, divê ji vê ketina nava hev zêdetir, hebûna van herdu saziyan ji bo ku bi hev re bimeşin, ji nû ve bê tenzîmkirin. Çawa ku ji bo demokrasiyê prensîb e, dewletê bi sînor bike û pêşiyê li zêdegaviya wê bigire, herweha ji bo dewletê jî ewqasî prensîb e ku koma tecrûbe û pisporiya wê ji demokrasiyê re bi rola ban û sîwanê rabe. Di pêvajoya dîrokî de ya wê bi ser bikeve wê civaka demokratîk be. Xulase, dewlet û saziyên demokratîk wê di nava aştiyê de lê bi awayekî tengezar bi hev re bin, ev rewşa wan wê rê li ber reqabetê veke û ji vê jî ya bi hêz derkeve û pêş bikeve civaka demokratîk bi xwe ye.
6- Prensîba Bihevrebûna Azadî û Mafên Ferdî û Kolektîf
Prensîba maf û azadiyan di çareserkirina pirsgirêkên demokratîkbûnê de roleke xwe ya heyatî heye. Di dema pêkanîna vê prensîbê de mirov kolektîf û ferdî ji hev cuda bike, ev yek ji çareserkirina pirsgirêkan wêdetir wê girantir bike, û wê bihêle ku mirov nikaribe ji nav derkeve. Mirov dikare vê yekê ji bêhejmar mînakên li dinyayê hîn bibe. Herweha bi vî awayî ji hev cudakirin li gorî xwezaya civakan nîne. Ferd di civaka mirov de ti carî û li ti mekanî, mafdar an jî nemafdar, bi azadî yan jî bêyî azadî, bêyî kom nejiyaye. Jixwe xisleta mirov ew e, heywanê herî pêşketî yê civakî ye. Ji lewra çi heq û azadiya ferd bi dest xistiye yan jî pê ditamije, heta bi civaka xwe re parve neke ti maneyê îfade nake. Ferdê ji civakê hatiye şuştin çiqasî bê mane be, azadî û mafên bi destxistine jî ewqasî bê mane ne û jê nayê wan pêk bîne. Berevajiyê vê jî rast e: Eger komek maf û azadiyên bi destxistine nîşanî endamên xwe nede, ew maf û azadî ti nirxê xwe nînin.
Maf û azadî bêyî ferd pêk nayên. Eger ferd ji maf û azadiyan bêpar bêne hiştin ev tê wê maneyê ku civaka endamê
wê ne jî ketiye heman rewşê û eger civak, kolektîvîte ji maf û azadiyan bêpar bêne hiştin ev tê wê maneyê ferdên endamên wê jî dikevin heman rewşê. Bi kurtî, maf û azadî ne bêyî ferd ne jî bêyî civakê dibin. Ev nirxên welê ne, bêyî hev nabin, bêyî parvekirinê pêk nayên.
7- Prensîba Azadiyê û Serxwebûna Îdeolojîk:
Di bingehê vê prensîbê de zêdetir rizgarbûna ji hegemonyadariya îdeolojîk heye. Ev ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve li nava dinyayê hatiye ferzkirin. Xisleteke wê ya çor a materyalîst heye û bi xwe îdealîst e, lê xwe weke ‘zanista pozitivîst’ nîşan dide. Divê mirov baş fêhm bike ku heta ji vê rizgar nebe, demokratîkbûn û azadiya ku bi xwe di nava wê de ye, wê pêk neyê. Zanistperestiya pozitivîst prensîba sereke ya hegemonîk a şaristaniya Ewrûpayê ye. Ew heta vê prensîbê hegemonîk neke, hêmanên xwe yên din ên bingehîn kapîtalîzm, îndustriyalîzm û dewletdariya netewe nikare li nava dinyayê bi xwe ve girêdayî ava bike û bimeşîne. Hegemonya îdeolojîk li Rojhilata Navîn bi zanista oryantalîst zêhnan fetih dike. Piştî vê yan jî bi vê re bi hêmanên din ên bingehîn fetih, dagirkerî û mêtingeriya xwe bi gelek awayan pêk tîne. Mêtingertiya nû ya bi hêmanên xwecihî yên kevin ên despotîk re li gorî xwezaya xwe timî hevkariyê dike, pirsgirêkên demokratîkbûnê girantir dike. Her cure berxwedana li dijî wê pêş bikeve aliyekî xwe yê demokratîk heye.
Ji bo ev aliyê demokratîk pêş bikeve, bi hêz bibe, karibe xwe bigihîne awayên xwe li ser piyan bigire û sîstematîze bike, divê xwe ji hegemonya îdeolojîk qut bike. Ji bo rêyên alternatîf ên îdeolojîk manedar bibin divê kategoriyên xwecihî, bajarî, pirr neteweyên herêmî û welatê hevpar bihewîne. Naxwe dibe ku hegemonyayeke din a îdeolojîk pêş bikeve. Fikrên nijadperest û dîndar ên ji rêûresmê jî herî kêm bi qasî hegemonyadariya pozitivîst a îdeolojiya
modernîteya kapîtalîst hegemonîk in. Di nava kategoriyên sereke de ku behsa wan hat kirin, hewldanên îdeolojîk ên xwe disipêrin azadîxwaziyê, mirov dikare wan weke îdeolojiyên azadiyê binirxîne. Bi tenê mirov dikare bi van îdeolojiyên azadiyê pirsgirêkên demokratîkbûnê û rêyên çareseriyê bide fêhmkirin û bi cih bîne. Azadiya îdeolojîk nebe gavên demokratîkbûnê dikarin bihilkumin û bikevin kontrola îdeolojiyên hegemonîk. Azadiya îdeolojîk bi heqîqeta xwezaya civakî re têkildar e, û bi pêkanîna civaka demokratîk û bi cihanîna wê misêwa xwe îfade dike. Heqîqeta civakî bi awayekî azad îfadekirina rastiyên civaka demokratîk e.
8- Prensîba Nihatî û Dîrokîtî:
Pirsgirêkên demokratîkbûnê û çareseriyên muhtemel bi têkilîdanîneke rast di navbera dîrokîtî û nihayî de ji nêz ve têkildar e. Zêhniyeteke pirsgirêkên têkildarî dîrokê û çareseriyên wê yên muhtemel paşguh bike, sansur bike, bi tenê wê ne pirsgirêkên demokratîkbûnê, ji serwextbûna li tevahiya pirsgirêkên civakî wêdetir, wê wan girantir bike û wê bihêle ku mirov nikaribe ji navê derkeve û bivênevê wê wan ber bi krîz, şer û pevçûnan ve bibe. Bûyerên di dîrokê de bûne-çûne şertên bingehîn in ku nihayê diyar dikin. Ya niha yan jî rojane, rewşa dîrokê ye ku xwe bi derfetên pirsgirêk û çareseriyê pêşkêş dike. Cudahiya bi tenê ev e: Em nikarin mudaxeleyî rabihuriyê bikin, lê em dikarin mudaxeleyî niha û rojaneyê bikin. Bi bingehê fikrî û hêza maddî ya mudaxeleyê ve girêdayî em dikarin rojaneyê biguherînin. Mirov dikare guhertinê bi lez bike, berê wê bide aliyekî din, azad bike yan zêdetir bike kole. Ev xusûsek e ku bi temamî bi statuya hêzên mudaxeleker re têkildar e. Ya girîng ew e, mirov bersivê bide vê pirsê “Rabihurî, dîrok wê bi xeleka xwe ya sereke çawa di niha de were nîşandan.” Divê mirov nihayê weke îfadeya qad û pirsgirêkên dîrokê yên nexasim em pêre mijûl dibin, analîz bike û ev kilîta çareseriyê ya pirsgirêkên civakî ye. Kesên bi awayekî rast li dîroka xwe serwext nebin û nenivîsin, kêm îhtîmal heye li nihayê rast serwext bibin, wê azad û demokratîk
bikin. Azadî û demokratîkbûnên bi pelandinê bi dest ve bên wê mayînde nebin; çawa bi dest ve hatine wê welê jî ji dest biçin.
Divê mirov baş zanibe ku civak bi xwe dîroka herî pêşketî ye. Heta ku vê civaka bi xwe dîrok e, bi vî rûyê wê, bi vê heqîqeta wê nas neke, mirov ê nikaribe wê ji pirsgirêkên wê rizgar bike, pêkan xuya nake mirov wê bigihîne çareseriyên demokratîk û şêwazê wê yê jiyanê. Ji ber vê yekê ye ku çalakiya pêşî ya despotan tinekirina bîr û hafiza civakî ye. Lewma ya divê demokrat jî pêşî bikin xwedî li hafiza civakî derkevin ango bi tevahiya rastiyên xwe xwedî li dîrokê derkevin. Zirar û ziyana herî mezin a modernîteya kapîtalîst ew e, hafiza mirovatiyê daye ber derbên kujer, niha weke bêserûbiniyê nîşan daye, ya rastî mirov dibêje qey dawiya dîrokê hatiye îlankirin. Li gorî wê her tişt bi tenê ji nihaya civiyayî ser hev pêk tê. Nexweşiya jêre ferdperestî tê gotin têkiliya xwe bi vê têgihiştinê re heye. Ferdperestiya dibêje “Li kêfa xwe binêre, wekî din tewş e” bi înkara civaka dîrokî re têkildar e. Ji zêhniyeteke bi vî rengî mirov nikare heqîqeta civakî û îfadeya wê ango civakparêziya demokratîk hêvî bike. Ji vî alî ve, ferdperestiya lîberal înkara demokrasiyê ye. Mirov di dîrokê de kêliyê, di kêliyê de jî dîrokê bibîne prensîbeke rast a civaknasiyê ye.
9- Prensîba Exlaq û Wijdan:
Civaknasiya Rojava prensîba wijdan nas nake. Ew bi mejiyê analîtîk radibe. Wijdan pêdiviya xwe bi mejiyê hisî heye. Civaknasiya modern a weke felsefeya analîtîk destpê kir di roja me ya îro de bûye teknîkeke rêveberiyê. Wijdan yek ji wan prensîbên sereke ye ku pê civak ava dibe. Wijdan weke hukmekî adil ê civakê bi kêr tê. Wexta ku tine bê hesibandin weke mekîneyeke cinawir a bi tehlûke dixebite. Mirov dikare wijdan weke cewherê dîn û exlaq jî bihesibîne. Eger em dîn û exlaq weke rêûresmeke hişk û zuha bidin aliyekî, em ê bibînin ji van herdu saziyan a li dawiyê dimîne wijdana civakî ye. Yê/ya hêza wî/wê ya eskerî, siyasî û aborî tinebe wijdan qada bi tenê ye ku penahê wê bibe, xwe bisipêriyê. Eger ev qad têk biçe, wê wextê di civakê de bi tenê prensîba hêzê wê hukim bike. Hingê jî herkesê bibe gurê her kesî. Ango kî karibe bi kê.
Demokrasî ne ew rejîm e ku bê wijdan bimeşe. Sîstemên hêz û sermayeyên yekdestdar li ser înkara wijdan hatine damezrandin. Mirov demokratîkbûnê bi xwe dikare weke tevgera bi destxistina wijdanê civakî û bêtesîrkirina vê înkarê bide naskirin. Civaka gelekî mezin a li derveyî yekdestdariya hêz û sermayeyê bi tenê mirov dikare bi tevgera wijdanê biparêze. Têkoşîna civakî ya roja me ya îro bi awayekî têkoşîna bi destxistina wijdanê ji destçûyî ye. Demokratîkbûn heta nebe tevgera bidestxsitina nirxên wijdanî yên jidestçûyî bi temamî nagihîje maneya xwe, ferd û hindikayî jî wê nikaribin maf û azadiyên xwe bi dest bixin.
Ev sedem hemû nîşan didin ku di çareserkirina pirsgirêkên demokratîkbûnê de prensîba wijdan a nirxên civakî exlaq û dîn jê dawerivîne divê mutleq di dewrê de be. Eger wijdan nekeve dewreyê sedemên qirkirinan ji hev nayên derxistin. Kengî prensîba wijdan bikeve nav tevgerê modernîteya kapîtalîst dikare li qirkirin û hovîtiyên xwe hemûyan mikur bê û rê li dadê vebe. Modernîte di tevahiya pirsgirêkên civakî de prensîba hêzê dike bingeh. Yê hêza wî hebe bi ser dikeve yan jî çareser dike, yê hêza wî tinebe têk diçe, ji kirasê rastiyê derdikeve. Nexweşiya herî mezin a di bingehê modernîteyê de ev e. Eger civak bi vê prensîbê rabe wê bikeve tevlîheviyekê ku xweziya xwe bi serdema
kevir bînin. Eger em dixwazin ji pirsgirêkên civakî yên bi kok re û di serê van pirsgirêkan de ji demokratîkbûnê re bersivên adil û mayînde bibînin, divê em li şûna prensîba hêzê cih bidin prensîba wijdanê. Çanda Rojhilat ji vê prensîbê re xerîb nîne. Berevajî di tevahiya pirsgirêkên xwe de li rêza pêşî cih daye vê prensîbê. Em ji bo hesabên sar ên hêz û kapîtalîzmê nikarin ji vê prensîbê bigerin. Em dema hewl bidin pirsgirêkên demokratîkbûnê yên li Tirkiyê çareser bikin, divê li serê tevahiya prensîban em cih bidin prensîba wijdanê û di çareseriyê de em neçar in serî li vê prensîbê bidin.
10- Prensîba Xweparastinê ya Demokrasiyan:
Ji bicanê yekşane heta bi perçikên jêr-atoman ên weke bê can têne qebûlkirin – ku hatiye fêhmkirin ew bê can nînin ji vê jî wêdetir bingehê prensîba bicanbûnê ne -, ti hebûn bê xweparastin nîne û ev jî heqîqeteke tê zanîn e, û bi zanistî ev hatiye piştrastkirin. Hebûnên mîna civakên mirovan ku mejiyê xwe gelekî zêde ne, û di asteke bilind de nerm in, di her kêlî û mekanê jiyanê de xuya dike ku bê xweparastin nînin. Şer bi xwe jî ji nêz ve bi têgihiştina çeloxwarîkirî ya xweparastinê ya sîstemên şaristaniyan re têkildar e. Civakên demokratîk û ferdên wan ên azad di dema şaristaniyên çînî de ji bo xwe bergiriya xwe bikin bi pirsgirêkên mezin ên parastinê re rûbirû bûn. Heta civakên komin ên destpêkê di jiyana xwe ya demdirêj de tevî nakokiyên di navbera xwe de, ji ber tehlûkeyên kujer ên ji hebûnên xwezayê yên bican û bêcan dihatin, xweparastin di her kêlî û her mekanî de weke wezîfeya yekemîn qebûl kirine.
Hêmanên modernîteya kapîtalîst dewleta netewe, kapîtalîzm û îndustriyalîzm li ser ferdên azad û wekhev ên civakên ekonomîk, ekolojîk û demokratîk mêtinkariyê û zordestiya yekdestdar dimeşîne û li beramberî vê pirsgirêkên xweparastinê di serê mijarên heyatî de ye. Jiyana bê xweparastin bi tenê bi koletiya heqdestê bi encam nabe, di heman demê de rê li ber her cure bê karî, nexweşî û rizînê vedike. Ji vê jî xirabtir, gelek qirkirinên fizîkî û çandî bi xwe re tîne. Modernîte weke sîstem bi giştî civak û ferdan, bi taybetî jî zêdetir bi awayekî dijwar hebûnên civakên demokratîk û ferdên wan ên azad, neçarî parastinê dike. Eger di xweparastinê de bi ser nekevin, bi tenê ne azadiya wan, hebûna wan jî dikeve tehlûkeyê ango qirkirina wan dikeve rojevê. Hêmanên yekdestdar ên modernîteyê ji bo xwe dewamî bikin qîma xwe bi gefxwarina li civaka demokratîk û ferdê wê ya azad nayînin, di demên xwe yên dereng de şertên ekolojîk ên ji bo jiyanê dest ji wan nabin jî diqedîne. Qedandin û tinekirina şertên ekolojîk bi awayekî demdirêj tê maneya qirkirina tevahiya jiyanê.
Civaka demokratîk û ferdê azad, divê ne bi tenê ji bûyerên şoreşgerî û beridînî re lê tevî wan ji pirsgirêkên xweparastinê re jî çareyê bibînin. Dema dawî ya krîza avabûnê ya modernîteyê, xweparastin daniye serê tevahiya pirsgirêkan. Her kom çawa divê bibe yekeya ekonomîk, ekolojîk û demokratîk, herweha divê weke yekeya xweparastinê jî pêk bê. Di heman demê de her ferdê azad û wekhev çawa divê di yekeyeke ekonomîk, ekolojîk û demokratîk de cih bigire, tevî vê, herweha divê di yek an jî zêdetir yekeyên xweparastinê de cih bigire. Ji bo tevahiya zindî û yên bican, xwexwedîkirin, xweparastin û xwezêdekirin şertekî jiyanê ye. Ev hersê şert herî zêde jî ji bo civaka mirov di cih de ne, û dest ji wan nabe.