Meclisa Qamişlo jî serdana çalakiya Mertalên Zindî ku li ser deriyê sînor yê Sêmalka bi pêşengtiya ciwanan hatiya li darxistin kirin.
SÊMALKA – Çalakiya Mertalên Zindî ya ciwanên Rojava ku di bin silogana” Ji bo Azadiya çar parçeyên Kurdistan SERÎ HILDE” li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê û êrîşên li ser Qendîlê li ser deriyê sînor yê Sêmalka hatiye li dar xistin.
Meclisa bajarê Qamişlo serdana çalakiya ciwanan kirin. Li çihê çalakiyê li ser navê çalageran ciwanê bi navê Amanos axifî û bi xêr hatina mêvanan kirin û li ser armanca çalakiyê axifî. Piştre li ser navê meclisa Qamişlo jî Nîzamedîn axifî û çalakiya ciwanan pîroz kir û dagirkeriya Dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê şermezarkir.
Piştî axaftinan ji aliyê ciwanan dîlan û sitranên filiklorî hatin gotin. Meclisa bajarê Qamişlo piştî serdanê bi toranekî ji aliyê ciwanan vê hate oxirkirin.