Çalakîya mertalên zindî ya kû Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriya Dewleta Tirk dabûn destpêkirin du mehên xwe li pişt xwe hişt.
QENDÎLÊ – Derbarê çalakiya mertalên zindî endamê koordînasyona komaleya Ciwanên welatparêz (Gencanî Welatparêz) Bahoz Cûdî ji ajansa me ya Nûçe Ciwan re axifî.
Cûdî di destpêka axaftina xwe de wiha got: Dewleta Tirk a faşîst demeke dirêje li ser Başûrê Kurdistan gefên dagirkerîyê dixwe. Nêzî 7 mehin dagirkeriya Dewleta Tirk li ser axa Başûr hewldide operasyonan pêkbînin û Başûrê Kurdistan dagirbike li hember van êrîşên qirker Gerilla di nav berxwedan û şerekî mezin de ye.
Helwestên ciwanên Başûr beramberî dagirkeriyê heya niha çawa bûn:
Ciwanên Başûrê Kurdistan li dijî hemû êrîşên li ser axa Kurdistanê hertim li ser lingan bûn. Bi êrîşên dagirker û qîrker yên dewleta Tirk Ciwanên Başûr her di nav çalakiyan de bûn. Herî dawî bi gef xwarinên Erdogan yên li ser qendîl, Ciwanên Başûr bi hemleya Serî Hilde Dagirkerî têk bibe dest bi çalakiya mertalên zindî kirin. Li binarê Qendîl gundê Sİlê 8’ê meha Pûşber’ê bi meşekî girseyî û bi tevlîbûna ciwanên hemû heremên Başûrê Kurdistan’ê çalakiya Mertalên Zindî ragihandin. Ciwanên Duhok, Hewlêr, Bradost, Şengal, Rojava, slêmanî û Kerkûk di çalakîya mertalên zindî de cîh girtin û çalakiya xwe di meha duyemîn de berdewam dikin.
Heya niha ciwan ji ku hatin û tevlî vê çalakiyê bûn:
Heya niha Ciwanên Binarê Qendîl, Kerkûk, Çemçemal, Silêmanî, Ranya, Qeladizê, Sengeser, Kelar, Dûzxurmatû, Helebçe, Seyîdsadiq, Kifrî, Koye, Hewlêr,Duhok, Şengal, Mexmûr,meclisa hdp ya Başûr Rojhilatê û Rojavayê kurdistanê û ciwanên enternasyonalîst tevlî çalakiya mertalên zindî bûn. Ciwanên enternasyonalîst ji welatên İspanya, Fransa, Swîsre, Almanya, Rusya û DYA tevlî çalakiya mertalên zindî bûn. Rojane serdanên piştgiriyê ji aliyê gel û ciwanên Başûrê Kurdistanê gelê Rojava, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê pêkhatin.
Jiyana rojane ya mertalên zindî çawa derbas dibe:
Ciwanên çalakvanên mertalên zindî li qada çalakiyê ji xwe re jiyanek afirandin û xwe ji jiyana bin dagirkeriyê dûrxistin. Bi hêza xwe ciwan li qada çalakiyê çadiran vekirin û dest bi jiyaneke pir reng û komînal kirin. Ciwan jiyana xwe ya li qada çalakiyê bi çalakiyên çur bi çur weke seminer nîqaş, şahiyên hunerî, lîstok û spor dewlemend dikin.
Tevgera ciwanên mertalên zindî li qada çalakiyê û binarê qendîl çawa bû:
Mertalên zindî li Binarê qendîlê her di nav tevgereke berfireh de bûn. Li binarê qendîl rojane rejev dihat şopandin û helwesta ciwanên mertalên zindî ji raya giştî re dihat eşkere kirin. Serdana gunda dihat kirin û bi gelê binarê qendîl’ê re li ser mijarên parastin û giringiya Qendîl, rastiya dewleta Tirk, dagirkerî û welatparêziyê niqaş dihatin kirin. Ciwanan di jiyanê de liser mijarên di rojevê de mijarên dagirkerî, welatparêzî parastina Kurdistanê dimeşandin. Ciwanan li binarê Qendîl serdana goristana Mehmet Karasungûr kirin. çalakiyên weke meşa meşale pêk anîn ciwanan bangawazi li gelê Başûr Kirin û pêşengtiya meşên li qadê pêk dihatin kirin. Ciwanan li qada çalakiya mertalên zindî ji bo çalakiya rojiya mirinê ya 14 tirmehê çalakiya bibîranî pêk anîn.
Ciwanên mertalên zindî niha jî amadekariyên pirozbahiya 15 tebaxê dikin.