Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li gundê Hemamê ya navçeya Cindirêsê ya Efrînê êrîş bire ser sivîlan, çeteyan ji malekê 6 kes revandin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyên ji herêmê li gundê Hemamê ya navçeya Cindirêsê ya Efrînê çeteyên Hemzat ketine malekê û ji yek malê 6 kes revandine.
Kesên ku hatine revandin navê dudiyan ji wan diyar bû. Tê gotin navê wan Evdo Reşîd Solîman û Ehmed Huseyin in.
Çeteyan îro bi ser gundê Burç Heyder ya Şerewa ya Efrînê de girtin û gelek kes revandin.