Ciwanên Minbicê îro siharê zû giheştin Sêmalka û nobeta çalakiya mertalên zindî ji ciwanên Reqa, Tebqa û Dêra Zorê girtin.
SÊMALKA – Ciwanên Reqa, Tebqa û Dêêra Zorê çalakiya mertalê zindî li Sêmalka teslîmî ciwanên Minbicê kirin. Ciwanên Minbicê bi coş û moraleke mezin nobeta çalakî girtin û di destpêkê de çunê ser zinarek li nezî kon û aleya YCR ser wî xistin.
Piştre Ciwanên Minbicê semînerek ser welat û welatparêzî ji aliyê endamê komîteya amadekar Çiyager Qamişlo de dîtin. Piştre bi hevre dîlan girtin.
Ciwanek bi nave Salih Alauî ji anjansa me ya Nûçe Ciwan re axifî.
Alauî di axaftina xwe de wiha got “Em weke ciwanên Minbicê hatine Sêmalka li dijî dagirkeriya dewleta Tirk têbikoşin. Em hatina piştgiriya gelê Qendîlê û Gerîla bikin. Em weke gelê Çerkez, Ermen, Kurd û Ereb bibin yek li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk. Em wekê ciwan bi hemû hêza xwe emê li her derê bin, li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk têbikoşin.