Di roja 18’mîn ji çalakiya ciwanên Rojava û Bakure Sûriyê de ciwanên Minbicê nobeta çalakî girtin. Ber êvarê Meclîsa Til Koçer hatin serdana çalakvanan.
SÊMALKA – Di çalakiya mertalê zindî ya ciwana li Sêmalka Meclîsa Til Koçer hatin ji bo serdana çalakvanên ji Minbicê bikin.
Ciwanên Minbice torenek ji bo wan çêkir. Piştre ciwanan bi xêr hatina mêvanên xwe kirin, axaftinên pêk hatin. Ser navê ciwanên Minbicê Salah Juma axifî û bi xêr hatina Meclîsa Til Koçer kir. Salah sedemên ciwanên Minbice ji bona hatina Sêmalka diyar kir. Ser navê Meclîsa Til Koçer Nehar El-Şevan axifî û pişgirtina xwe bi ciwanên û bi gelê Qendîle diyar kir.
Piştî axaftinan, ciwan û endamên Meclîsê bi hevre bi çoş û moralek mezin govenda erebî gerandin. Di dawî de ciwanan dîsa torenek ji bo oxir kirina Meclisê pêk anîn.