Êrşên li dijî mirovahiyê yên Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê dewam dike, çeteyên ku girêdayî Dewleta Tirk li gundê Hop yê navçeya Raco darên zeytûna şewitandin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Hovîtiya leşkerên Dewleta Tirk û çeteyên wê dewam dike, li gundê Hop yê navçeya Raco ya Efrînê çeteyan darên zeytûna şewitandin, hate ragihandin ku 5 hezar darên zeytûna yê welatiyê bi navê Nasan Mihemed hatiye şweitandin.