5- Di Çareseriya Bi Navê KCK’ê De Şaxên Wê Yên Muhtemel Bêne Pêkanîn
Em kengî şaxên çareseriya KCK’ê yên pêkanîna wan muhtemel deynin naverastê, dabaş wê bêhtir zelal bibe.
a- Şaxê Ekonomîk: KCK wê li ser qada ekonomiyê zêde bixebite. Li dijî bandora hêmanên modernîteya kapîtalîst ên hawîrdorê xira dikin û zêde karperest in, wê hawîrdorê û civakê biparêzin. Vê yekê jî wê di serî de bi kominên ekolojîk û ekonomîk, wê yekeyên karê nakin armanc, lê pêdiviyên bingehîn ên civakê û bergeriya hawîrdorê dikin hedef, bimeşînin. Bi vî awayî wê pêşî li şêlandina yekdestdaran a li bazarê bigirin. Hêmanên kapîtalîst wê neyên tinekirin, lê wê gelekî bêne bisînorkirin. Xebat wê ne karekî nanozikê û suxrê be, wê di jiyanê de bibe mîna îbadetekê. Dîwarên xerîbkirinê yên di navbera jiyan û xebatê de hatine lêkirin, wê bêne xirakirin. Li şûna sîstema her tiştê civakê dike meta û civakê di nava metayê de dixeniqîne, sîstema ekonomîk a xwe disipêre nirxên pevguhertin û
bikaranînê wê li pêş were girtin. Zemînê civakî û ekolojîk ê KCK xwe disipêriyê ji bo vê sîstemê peyda nabe. Bi qasî ku mirov bêkartiya gelekî heye ji holê rake, divê mirov têgihiştineke exlaqî ya xebatê weke azadiyê dibîne bi cih bike û ev têgihiştin wê karibe bi tevahî pêdivî û hesretên bingehîn ên civak hewcedarê wan e, tedarik
bike.
b- Şaxê Civakî: Sîstema KCK’ê şêwazekî hilberînê yê kêrhatî ye, di qadên weke perwerde, tenduristî, spor, huner û huqûqê de bersivê dide pêdiviyên civakê. Di van qadên civakî de bi dewletê re pêşbazî û têkiliyeke sîmbîotîk wê hebe, lê eger mirov rewşa kêrnehatî ya heta niha ya saziyên Komarê li ber çavan bigire, mirov ê rewşa kêrhatî ya KCK’ê baştir fêhm bike. Çawa ku tê yeqînkirin, di van qadan de ziman û etnîsîte zêde pirsgirêk nînin. Divê perwerde bi pirrzimanî be, ev weke hewcedariyeke civakî divê were teşwîqkirin. Bi qasî Tirkî divê Kurdî yan jî zimanên
din bêne pêşdebirin û di perwerdeyê de bêne bikaranîn, ev yek wê manedanê dewlemend û xurt bike. Di van qadan de ji xweferzkirin û şovenînzmê re cih nîne û hewce jî nake. Kurd ê di çarçoveya neteweya demokratîk de saziyên xwe yên perwerde, tenduristî, spor û çandê pêşde bibin û ev yek wê bi xwe yekparebûna neteweyî pêk bîne û dewlemend bike. Mirov heman xusûsan dikare ji bo çandên din jî diyar bike. Eger mirov Xelkê Tirkiyê û Neteweya Tirkiyê weke yekparebûna dewlemendiyên çandî şîrove bike, mirov ê bibîne ku gelek xusûsên weke ‘xetên sor’ bi fikar têne destnîşankirin, ji pêşhukmên dogmatîk, muhafezekar û ji pêşketinê re xizmetê nakin, pêve tiştekî din nînin. Bi qasî yekparebûna neteweyî ya bi dilxwazî, mirov nikare li helwesteke din a serî li hêzê bide bifikire.
c- Şaxê Ewlekariyê: Şaxê herî zêde li serê wê guftûgo bêne kirin, pêdiviya wê bi biryar û qanûn hebe, qada ewlekariyê ye. Tevî ku Kurd ji azadiyê mehrûm in, lê bi sedema ku timî li kevî û nava tehlûkeyan bûn, bêguman wê garantiyên têkûz bixwazin û wê di çareseriya bi sazî de israr bikin. Mirov dikare artêşa Komarê ji bo tehlûkeyên ji
derve bên qebûl bike, lê divê di mijara azadî û hebûna Kurdan de bi awayekî radîkal veguhere. Ji bo saziyên din ên ewlekariyê jî heman xusûs di cih de ne. Di van waran de heta Komar xwe veguherîne, divê KCK hêzên xwe yên bergiriyê biparêze. Nexasim heta cerdevaniya gundan, bi rewşa heyî JÎTEM û komên din ên paramîlîter
(beşek ji wan ên bi Ergenekonê diyar bûne) hebûna xwe dewam bikin, KCK wê yekîneyên xwe yên xweparastinê bivênevê dewam bike. Divê armanca bicihkirina artêşê li Kurdistanê li dijî tehlûkeyên ji derve be û wekî din bi vê re jî Kurd divê weke hêmanekî bingehîn ê neteweyî û dewletê bêne hesibandin û êdî hew weke
çavkaniya tehlûkeyê bêne nîşandan. Divê dev ji vê polîtîkayê were berdan. Ji bo bîranînên êş û azarên bi vî rengî yên di dîroka Komarê de qewimîne li dawiyê bimînin, divê alî bi hev re hewl bidin û bixebitin. Li ser yekîneyên xweparastinê yên KCK’ê mirov dikare hinek çareseriyan pêşkêş bike. Dibe ku statuya wan demî yan jî
dewamî be. Di çarçoveya artêşê yan jî yekîneyên din ên ewlekariyê de weke Kurdên li Iraqê nebe jî mîna parçeyekî ewlekariya xwecihî mirov dikare wan bi pêş bixe û pêk bîne.
d- Şaxê Dîplomatîk: Di vê mijarê de pirsgirêka herî girîng ew e, li ser bingehekî bi Mîsaq-î Mîllî re ne li hev çawa li parçekirina Kurd û Kurdistanê tê nêrîn û çareseriyeke çawa tê pêşniyarkirin. Bêguman Tirkmen û heta Ermenî û Asûrî jî di nava vê de ne. Rewşa wan hem li polîtîkaya hundir û hem jî li ya derve gelekî bandorê dike. Bûyerên li Ermenistan û Iraqê têra xwe rewşê rave dikin. Bûyerên li Sûrî divê piçûk neyên dîtin. Jixwe Îran tevahiya dinyayê eleqedar dike. Divê mirov Peymana Qesr-î Şîrîn a di navberê de weke ku ji vê gelekî dûr dimîne nebîne. Dem li me teng bûye. Naxwe mijarên em behsa wan dikin di çarçoveya Rojhilata Navîn de fikirînê û peydakirina çareseriyan ferz dikin. KCK di çarçoveya Rojhilata Navîn de ji bo peydakirina çareseriyan mînakeke temam e. Cudahiyê naxe navbera etnîsîte û neteweyan, ya rastî di çarçoveya cudahiyên mezheb, etnîsîte û neteweyên cihêreng
de sîstemeke pirsgirêkan çareser bike, pêşniyar dike. Modela li vir behsa wê tê kirin, sîstemeke welê nîne ku sînorên siyasî rake, derî li çareseriya eskerî veke û heta bi serê xwe federalîzmê ferz bike. Em li vir behsa pêşdebirina rêbazekê dikin ku Yekîtiya Ewrûpayê jî di navê de gelek rêbazên çareseriyê yên dinyayê li ber çavan digire, lê xweseriyên xwe jî hene. KCK qîmet dide vê pêdiviyê.
Di çarçoveya yekparebûna neteweyî ya Tirkiyê de rêxistiniyeke ban a tevahiya Kurd, Ermenî, Suryanî û Tirkmenên li Rojhilata Navîn li binê xwe bihewîne, dikare were berfirehkirin. Şert nîne ku dewletan bigire bin banê xwe. Dewlet di nava xwe de dikarin yekîtiyên bi awayê Yekîtiya Ewrûpayê pêk bînin. Nexasim mirov dikare konfederasyoneke sist ji bo Tirkiye, Sûrî û Iraqê pêşniyar bike. Ev model dikare li Rojhilata Navîn berfireh bibe û kûr biçe. Divê mirov li modela çareseriyê ya KCK’ê weke dijberê modela yekîtiya dewletan nefikire, weke konfederalîzmeke demokratîk, weke yekîtiyeke civaka sivîl a ji ber pêdiviyên civakî derketiye holê û paralel bi wan re dimeşe lê bifikire. Li Rojhilata Navîn bêhed mînak hene ku nîşan didin, bi dîplomasiya dewletan bi tenê pirsgirêk çareser nabin. Badilhewa û tewş nîne ku Yekîtiya Ewrûpayê herî kêm bi qasî konfederasyona dewletan konfederasyona civakên sivîl jî di hevastê de pêşde biriye. Pêdiviya roja me ya îro ya bi civaka ji netewe wêdetir, rêxistiniyeke piştgiriyê ya bi vî awayî bivênevê ferz dike. Di rewşa berbiçav a Rojhilata Navîn de hewce dike û girîng e ku konfederalîzma dewletan tevî konfederalîzma civaka demokratîk di hevastê û weznekê de, bi awayekî paralel û hevtemamker were pêşdebirin û divê pirsgirêkên di vî warî de çareser bike.
Di çarçoveya KCK’ê de mirov dikare behsa hin şaxên din bike. Lê ji aliyê bûyer û pratîkên muhtemel şaxên me diyarkirî têra xwe mijarê zelal dikin û pêşniyaran pêşkêş dikin. Bêguman ji aliyê her şax û qadê ve gelek pirsgirêkên destûrî, qanûnî û rêziknameyan hene û divê bêne çareserkirin. Di vê çarçoveyê de hewcedarî heye ku gelek diyalog bi yekeyên ewlekariyê yên dewletê re bêne kirin û ev jî wê bi kêra çareseriyên hevpar bê. Xebatên di asta hukûmet û Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyê de wê di çareseriyê de bi rola kilîtê rabin. Herweha wê hewldan û diyalogên hevpar ên di asta saziyên dewletê de bi tenê qîm nekin. Dîsa hewldan û xebatên Hukûmetê û Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyê jî bi tena serê xwe qîm nakin. Civaka sivîl û weke parçeyekî wê partiyên muxalefetê jî wê bi roleke girîng rabin. Nexasim xebatên raya giştî şert in. Saziyên çapemenî û weşanê di vê de bi roleke heyatî rabin. Divê mirov alîkariya zanîngeh û akademiyan di vî warî de piçûk nebîne. Di serî de DYE û YE hêzên di çareseriya gelek şaxên vê mijarê de hema bêje aliyekî meseleyê ne, û di çareseriyê de mirov dikare alîkariyê ji hêzên xwedî ezmûn ên navneteweyî bipê.
Ev nirxandinên min ên der bar pêşîvekirina li demokratîkbûna Tirkiyê û modela çareseriya pirsgirêka Kurd de divê weke pêşnûmeyeke fikrê û pêşniyaran were fêhmkirin. Ji bo ku tevahiya aliyên pêwendîdar fikir û pêşniyarên xwe beyan bikin, ez weke erk û berpirsiyariya dikeve ser milê xwe vê pêşnûmeyê pêşkêş dikim. Kengî guftûgo û pêşniyar bêne kirin û bêne xurtkirin, bêguman em ê alîkariya xwe dewam bikin. Ji vir û pêve pêdivî bi plan an jî bernameyeke çalakiyê ya bi cih were anîn heye. Bi vê bernameyê em ê diyar bikin ku gavên pratîk ên bêne avêtin wê ji ku û çawa destpê bikin. Ez ê plana pêşniyarên xwe ya bi vî awayî di beşa bê de pêşkêş bikim.