Çalakiya ciwan û jinên ciwan yên Rojava û Bakurê Sûriyê ya li ser deriyê sînor yê Sêmalkayê ku li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û êrîşên li ser Qendîlê ku weke mertalên zindî hatiye li dar xistin di roja xwe ya 20mîn de dewam dike.
SÊMALKA – Îro ciwanên Til Temir, Serê Kaniyê û Efrînê serdana konê çalakiyê kirin, ciwanên li bin konê çalakiyê nobe digrin bi coş û muralekî bilind mêvanên xwe pêşwazî kirin. Piştre li bin konê çalakiyê axaftin hatin kirin, li ser navê ciwanên mertalên zindî Ciyager Qamişlo axifî, li ser navê ciwanên Efrînê Nasir Nasro axifî, li ser navê ciwanên Til Temir Salih Wecrî û li ser navê ciwanên Serê Kaniyê Hedla Mistefa axifî. Ciwanan di axafrinên xwe de dan diyarkirin ku heta dagirkerî hebe wê berxwedana wan dewam bike.
Ciwanên Efrînê ku tevlî çalakiya mertalên zindî bûn ji bo dagirkeriya Dewleta Tirk û êrîşên li ser Qendîlê daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê ciwanê bi navê Nasir Nasro hate dayîn wiha ye:
ÊRÎŞA LI SER QADÊN MEDIYAYÊ LI SER HERÇAR PERÇÊN KURDISTANÊ YE
Destpêkê em bejna xwe li beramberî şehîdên doza azadiyê ditewînin, di kesayeta her sê hevalên me yên şehîd, Ş. Hawar, Ş. Birûsk û Ş Garzan de em hemû şehîdan bi bîr tînin. Kesayetên ku xwe kirin pirek ji bo gihandina azadiyê û ji bo avakirina jiyanek azad, wekhev û adîl. Bi saya wan û di soza şopandina riya wan de îro sedsala 21`ê dibe sedsala belavkirina felsefeya Netewa Demokratîk.
Weke ku tê dîtin sîstemên heyî yên ku li ser vê erdê ne têne guhartin. Hin sîstem ber bi rûxandinê ve diçin û hin sîstem jî têne avakirin. Nimûneya vê yekê jî sedsala 21`ê di kesayeta lewazkirina rola sîstema Kapîtalîst û xurtkirina rola Netewa Demokrat de derdikeve pêş. Bi guhartinên sedsalên dawî tê dîtin ku êdî sîstema kapîtalîzmê nebû bersiv ji gelan û civakan re. her ku çû pirsgirêk û kawûs di nava civakan de kûrtir û bi hêztir kir. Bi her awayî ciwan, jin, kal û pîr û her pêkhateyek civakê bi kar anî, heta gihîşt atoma herî biçûk di nava civakan û kete nav de û li gorî berjewendiyên xwe xebitandin.
Hêzên hegemonîk di bin navê demokratkirina civakan û pêşxistina zanistê, mirovahî her tim ber bi tehlukê ve biriye û nirxên wan bin pê kiriye. Di her şert û mercê de mirov bi kar aniye da ku desthiladariya pênc hezar sal berdewam bike. lê ev sedsal êdî ji bo sîstema bikaranîna mirov weke amûrekê got bese. Bi destpêkirina Buhara Gelan di kesayeta ciwanan de hate teqandin. Tarêq Mihemed El Bû Ezîzî Buhara gelên azadîxwaz de ji Tûnisê de dest pê kir. Bi gotina seroketî ” Me bi ciwantî dest pêkir û em ê bi ciwantî bi dawî bikin” El Bû Ezîzî tekez kir ku wiha ye.
ROJHILATA NAVÎN Û TEQÎNA WÊ
Rojhilata Navîn a ku her tim ji bo guhartin û veguhartinê re amade ye, bi sedsalan pilan li ser têne kirin da ku bê perçekirin û dagirkirin. Piştî qedandina sedsal li ser peymana Seyks Bîko, di Buhara Gelan de teqandek din çêbû.
Bi gihandina rojhilata navîn û sîstemên ku wê hakim dikin asta herî jor di desthiladariyê de û tunekirina rola civakê bi rengê xwe û dengê xwe, di sala 2011`an de ji Tûnisê de dest bi teqîna gel bû. Bi sedsalan desthiladarî li ser gel hatiye meşandin, zilm û zor, tunekirina maf, binpêkirinên nirxên mirovahiyê. Ji bo bersivdayînek xurt jî gel rabûn ser piyan li her derê û di her qadekê de êdî gel behsa azadiya xwe dike. Piştî Tûnisê di welatên din de belav bû û berdewam kir, mîna Misir, Lîbiye, Yemen û herî dawî Sûriyê ya ku heta niha di nava hêzên navdewletî de bûye girêkok.
Di rojhilata navîn de ne tenê girêkok Sûriyê maye yan jî alozî tenê di wir tê jiyankirin. Çar dewlet ên ku çar perçeyên Kurdistanê nûnertiya wê dike, kawûs û aloziyêan jiyan dikin, Îraq, Îran, Tirkiyê û Sûriyê. Kurdistan bi dergûşa mirovahiyê tê naskirin, bidestpêkirina mirovahiyê li kevana zêrîn û pêşketina jiyana civakî her û her bibû çavkaniyek ji bo Mezopotamya bi dîrok û şaristaniyên xwe her tim bûye deverê çav berdanê ji hêla hêzên hegemonîk de.
Di van demên dawî de jî ev tişt di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de li ser Efrîn û herêmên Mediya xuya bû û tekez bû. Bi êrîşa li ser herêmên ku vîna gelê azad temsîl dike de hêzên hegemonîk bi serkêşiya Tirkiyê xwestin mafên mirovahiyê ji nû ve tune bikin.
Di dîroka 20.01.2018’an de dewleta Tirk à dagirker êrîşek bi hemû cûreyên çekan bi ser herêma Efrîn û gelê wê ve anî. Her welatek digot ku wê ev berxwedanî bi ser nekeve, lê ema ji ber ku civaka birêxistinkirî tu carî bi bin nakeve berxwedaniyek bê hempa hate kirin ji hêla her endamek wê civakê ve. Bi vê êrîşê re dewleta Tirk xwest ku kirîza ku jiyan dike derbixe derve û aloziya aboriya xwe ji herêma Tirkiyê derbixe, bi vê yekê xwest êrîşa xwe li ser Efrîn û herêmên Mediya dest pê kir.
Bi dagirkirina Efrînê di Dîroka 18.03.2018’an de Tirkiyê li beramberî duniyayê û hêza NATO yê ket xefqeke mezin de, digot di 3 rojan de wê Efrîn dagir bike, lê ema piştî 58 rojan ji berxwedaniya gelê şoreşgerî Efrîn dagir bû, lê heta niha jî di nava rawabûnekê ew dagirkerî jiyan nekiriye. Bi sondxwarina tolhildana şehîdan rojane çalakiyên soyqast û kuştina serçeteyan wê bidome. Herî dawî di kesayeta êrîşa li ser Qendîl û çiyayên başûrê ji hêla dewleta Tirk bi hevkariya kurdên xayîn ev operesyon dest pê kirin.
Operesyona ku li ser başûrê Kurdistanê pêk tê, bi armanca qirkirina kurdan e, tê xuyakirin ku bi vê êrîşê xwesteka berdewamkirina operesyona Efrîn e. Bi armanca qirkirina kurdan û netewa azadîxwaz, dewleta Tirk a dagirker dîsa jî bi heman gotinê ku wê di demek ji çend rojan Qendîl û çiyayên azad dagir bike. Lê heta niha jî çend metro jî bi dest nexistine bi îradeya azad û vîna civakê ev berxwedanî berdewam dibe.
Weke ciwanên Efrîn jî em van operesyonan û van dagirkeran şermezar dikin, her wiha em bang li hemû ciwanên azadîxwaz dikin ku Rabin ser piya li dijî faşîzma AKP_MHP êdî serî hildin û mafê mirovahiyê vegerînin.