Rêxistinên Ciwanên Welatparêz û Jinên ciwanên tekoşer yên şaxê herêma Raperîn ji bo azadiya Rêberê gelan Abdullah Ocelan li Ranya standa pirtûkan danîn.
SILÊMANIYÊ – Ciwanên Welatparêz û Jinên ciwanên tekoşer li diĵî tecdirda girankirî ya li ser Rêberê gelan Abdullah Ocalan li navçeya Ranya standa pirtûkan danîn. Standa pirtûkan di danên esrê hat daynîn û heya saetên êvarê berdewam kir. Di standê de li gel parazname û pirtûkên Rêber Abdullah Ocelan pirtûkên dirokî, wêjeyî û çandî hat daynîn.
Gel û ciwanên Ranya alaqayekî mezin nîşanî çalakiya ciwanan kir. Ciwanan li gel kesên ku hatin standê niqaşên derbarê fikir û felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocelan nîqaş meşandin. Çalakvanê bi nave Nûrî Qendîlî li ser armanca çalakiyê got ” Riya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn û xeta avabûna yekîtiya netewî di pareznameyan da hatine destnîşan kirin. Pêwîste hemû ciwan û jinên ciwanên Kurd xwe bi parêznameyan perwerde bikin û ji bo azadiya Rêber APO di nav tekoşînê de bin.”
Çalakvanan dan diyarkirin ku wê hertim ji bo belavkirina pirtûk û parêznameyên Rêberê xwe li qadan bin.