HPG’ê nasnameyên 6 gerîlayên 11’ê Tîrmeha 2018’an li Osmaniyeyê ji ber bomberdûmana bi balafirên şer şehîd bûn eşkere kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:
“Li herêma Şarappinar a Osmaniyeyê, ji ber bomberdûmana bi balafirên şer roja 11’ê Tîrmeha 2018’an têkiliya bi komek ji hevalên me qut bûbû. Di encama lêkolînê de eşkere bû ku ev hevalên me şehîd bûne. Em nasnameyên 6 hevalên xwe yên ku hatine zelalkirin bi raya giştî re parve dikin.
Nasnav: Agît Îdegî Nav paşnav: Îbrahîm Dûrgûn Cihê jidayikbûnê: Colemêrg Dayik-Bav: Şukriye-Hasan Dem û cihê şehadetê: 11’ê Tîrmeha 2018 / Osmaniye |
Nasnav: Alî Amed Nav paşnav: Metîn Aysel Cihê jidayikbûnê: Bedlîs Dayik-Bav: Zernîşan-Salîh Dem û cihê şehadetê: 11’ê Tîrmeha 2018 / Osmaniye |
Nasnav: Dagistan Demhat Nav paşnav: Lokman Beydogan Cihê jidayikbûnê: Sêrt Dayik-Bav: Edîbe-Îsmet Dem û cihê şehadetê: 11’ê Tîrmeha 2018 / Osmaniye |
Nasnav: Dervîş Ronî Nav paşnav: Mehmet Çûkûrlû Cihê jidayikbûnê: Mersîn Dayik-Bav: Kûdret-Osman Dem û cihê şehadetê: 11’ê Tîrmeha 2018 / Osmaniye |
Nasnav: Karker Tolhildan Nav paşnav: Omer Çevîk Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Nazîme-Maksût Dem û cihê şehadetê: 11’ê Tîrmeha 2018 / Osmaniye |
Nasnav: Serdem Welat Nav paşnav: Mehmet Sıddık Yakar Cihê jidayikbûnê: Semsûr Dayik-Bav: Aliye-Yûsûf Dem û cihê şehadetê: 11’ê Tîrmeha 2018 / Osmaniye |
Her hevalekî me yê şehîd bû, ji dil û can tevlî nava refên têkoşînê bû û bûn xwedî kedeke girîng. Em ê heta dawiyê xwedî li mîrateya azadiyê derkevin ku wan ji me re hiştine. Ji ber vê windahiyê, em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Û soza xwe dubare dikin, ji bo azadkirina Kurdistanê ku xewn û xeyala şehîdên me ye, em ê heta dawiyê bi rengekî bê eman têbikoşin.”