Gelê Rojava ji bo tevlîbûna merasîma endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî bibin berê xwe dan Şengalê.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ji saetên sibê ve bi sedan welatiyên Rojava ji bo ku tevli merasîma Mam Zekî Şengalî bibin, bi karwanekî mezin ku ji sedan erebeyan pêk tê, ketin ser riya Şengalê.
Merasîma oxirkirina Zekî Şengalî dê îro saet di 15:00`an de li Goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan a Şengalê were lidarxistin.
Hêjaye gotinê ku Mam Zekî Şengalî roja 15`ê Tebaxê ji aliyê balafirên dewleta Tirk a dagirker ve suîqastek li dijî wî hate kirin û di encamê de Şengalî şehîd bû.