Şervana Yekîneyên Parastina Jin YPJ Kanî Denîz roja 40. a şehîdbuna xwe de hat bibîranîn.
HELEBÇE – Şervana YPJ’ê Kanî Denîz ku di berxwedana Serdemê de şehidbibû di roja 40mîn ji şehadeta xwe de li Helebçe bi merasîmekî hat bibîranîn.merasîm ji aliyê komîteya malbatên şehîdan a PKK ve hat amadekirin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Jibo Ş. Kanî Deniz helbest hatin xwendin. Peyama komîteya malbatên şehîdan a PKK ji aliyê Azad Mihemed hat xwendin.
Li ser navê Komîteya malbatên Şehîdan a PKK li Başûr westa Brahîm axifî. Brahîm di axaftina xwede balkişand ser êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û Zeki Şengalî bibîranî. Brahîm li ser yekîtiya netewî banga li darxistina kongreya netewî kir.
Nameyeke rêhevalekî Kanî Denîz ya ku ji dayika şehîd Kanî re nivîsîbû hat xwendin. Nûnerê PYD li Silêmanî Silêman Ereb jî di merasîmê de axifî û sersaxî ji malbata şehîd Kanî Denîz re xwest. Ereb di axaftina xwe de li ser Dagirkeriya Efrînê sekinî û bombebarana Şengalê şermezar kir.
merasîm bi axaftinên Rêhevalê Ş. Kanî Denîz qediya.