Ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku tu agahî jê nayê girtin bi etîkêta #CptActForOCALAN kampanya hat destpêkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku ji 11’ê Îlona 2016’an ve tu agahî jê nayê girtin li ser medya civakî bi etîkêta #CptActForOCALAN kampanya hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de bang li Komîteya Astengkirina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) hat kirin û hat xwestin ku derbarê rewşa Rêber Ocalan de bila li Îmraliyê hevdîtin bê kirin û rewşa wî bi gel re bê parvekirin.
Di kampanyayê de navnîşana CPT’ê jî hat parvekirin û saziyên navneteweyî û HDP’ê jî piştgiriyê didin kampanyayê.