Ciwanên Tirbesipiyê bi meşeke meşeleyan êrîşên Dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê şermezar kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan ya navçeya Tirbesipiyê ya kantona Qamişlo a herêma Cizîrê êrîşên Dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê bi meşeke meşeleyan şermezar kirin.
Meşa ciwanan ji pêşiya navenda YCR‘ê ya navçeyê dest pê kir, ciwan di nava sûka navçeyê re derbast bûn û dirûşmeyên silavkirina berxwedana Şengalê û şermezarkirina dewleta Tirk beriz dikirin.
Meş li rojhilatê navçeyê rawestiya. Li vir endama Yekîtiya Jinên Ciwan Bêrîvan Silo axivî.
Bêrîvan Silo anî ziman ku êrîşa li ser herêma Şengalê berdewama êrîşên DAIŞ‘ê li ser Şengal û Bakurê Sûriyeyê ye. her wiha bedewama tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e.
Bêrîvan di berdewamiya axaftina xwe de got, “Wekî Ciwanên Rojava û şagirtên Rêber APO radighînin ku em amade ne li hemberî her êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê bisekinin û soz didin gel, Rêberê xwe û şehîd Mam Zekî Şengalî ku ew şopdarên xeta wan in ta pêkanîna azadiyê.”
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.