Jendermeyên Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Pirsûs û Hewag ên Rihayê 10 kes bin çav kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Di encama serdegirtina jendermeyên Tirk a li navçeya Hewag a Rihayê ku di danê sibehê de pêk hat, Mûhîetîn Kara, Hasan Kara, Mehmet Kara, Mîrkan Kara û Mehmet Çelîk hatin bin çav kirin.
Li navçeya Pirsûsê jî Encumenê Şaredariya Pirsûsê Mehmet Polat, Rêvebera Navçeya Pirsûs a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Nûr Ceyran, Salih Dag, Cûma Demîr û Mehmet Tavas j hatine bin çav kirin.
Hate ragihandin ku kesên hatine bin çav kirin birine Fermandariya Jendermeyan a Pirsûsê