Di çalakiya şervanên Xezeba Zeytûnê de serçeteyekî dewleta Tirk hate kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiyê ev agahî da:
“Yekîneyên me yên Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê 18’ê Tebaxa 2018’an li dijî serçeteyê El-Cebhe El Şamiyê yê bi navê Mihemed Miho yê ji gundê Heyanê ku bi navê Mihemed Heyanî tê naskirin li herêma navbera gundên El-Şedûd û El-Baroza çalakiyek li dar xistin.
Di encama çalakiyê de, serçete ku kiryarên qirêj li dijî gelê me dikir hate kuştin. Efrîn, sebir bike, tolhildan hiltê.”