Ciwanên Êzîdî êrîşên Dewleta Tirk li ser Şengalê şermezarkirin û soza tolhildana şehîd Mam Zekî Şengalî dan.
ŞENGALÊ/SERDEŞTÊ/ – Ciwanên ku li bin konê sersaxiyê yê endamê kurdînasyona civaka Êzîdî Zekî Şengalî ji ajansa me ya Nûçe Ciwan re axifîn û êrîşên Dewleta Tirk şermezarkirin û gotin: Em xwîna Mam Zekî li erdê nahêlin.
Ciwanê binavê Fewaz got: Em li vêderê li bin konê sersaxiyê yê şehîd Mam Zekî dene. Fewaz got ku Dewleta Tirk a dagirker hertim Şengal tehdîd dikir jiber wê yekê ev bû cara duyemîn bi balefirên xwe lime dixe û di encamêde endamê kurdînasyona civake Êzîdî Zekî Şengalî şehîd xist.
Fewaz got em wek ciwanê Êzîdî emê hertim mamê xwe bi bîr bînin .
Her wiha ciwanê binavê Şahîn got: Em wek civaka Êzîdî di rojê pir zehmet re derbas dibin bi taîbetî roja ku Mam Zekî hat şehîd xistin. Em bi şehadeta wî pir xemgîn bûn. Şahîn got: Muamira ku li ser Zekî hatî kirin em şermezar dikin em ticarî şehadeta Mam Zekî ji bîr nakin.
Şahîn wiha dewam kir: Şehadeta Mam Zekî îşeke pir mezin bû ji br sitûna civaka Êzîdî bû. Şahîn got: Em wek ciwanên Êzîdî emê tola mamê xwe hilînin, em xwîna wî li erdê nahêlin, nuha li bin konê rûmetê de em wek ciwanê êzîdî kar û xebat didin meşandin lê ruxmî ku civaka me ya êzîdî di nav zor û zehmetyan ra derbas dibe dîsa jî rê û rismê xwe na terikînin.
Şahîn got: Ez vê cejnê li tevahî Kurdistanê û civaka Êzîdî pîroz dikim. Me dixwest em vê cejnê bi Mam Zekî re pîroz bikin lê em çibikin em dibêjin serê malbata wî saxba serê hemû şehîdê Kurdistanê û êzîdxanê saxbe, em heya dawî lipê şopa mamê xwe bin, wek şagirt û milîtanê Mam Zekî emê li vêderê ji bo gelê xwe çi bikeva ser milê me de emê heya dawî kar û xebat bikin. Zekî Şengalî wek Mamê civaka Êzîdî diht naskirin.
Şahîn di dawiya axaftina xwede wiha anî ziman: Em bejna xwe li ber şehîd û gelê me yê welat parêz de ditewînin, em nahêlin ticarî dijmin bikeva axa Şengalê de, emê bibin kelem di çavê dijmin de.