Teqîna ku di 21 ‘ê Tebaxê de li navenda Efrînê pêk hat û di encama wê de 3 kesên ku ji derve hatine û li Efrînê bi cih bûne hatin kuştin Grupa şehîd Rojhat ew teqîn girte ser milê xwe.
https://www.youtube.com/watch?time_continue=2&v=GC3uKsTIWcU
NAVENDA NÛÇEYAN – Gurupa şehîd Rojhat ku teqîn girte ser milê xwe bi daxuyaniyekê encama teqînê bi raya giştî re parve kir û got ku 3 kesên ku hi derve hatine û li Efrînê bi cih bûnê hatin kuştin.
Daxuyanî wiha ye:
“Em gurupeke ji ciwanên Efrîn û Helebê ne. Me gurupa xwe ya bi navê şehîd Rojhat a leşkerî li Efrînê ava kir. Em ê di çalakiyên xwe de artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di bikin hedef. Her wiha kesên ku ji derve hatine û mal û milkên welatiyan dagir kirin e em ê wan jî bikin hedef. Em tu carî kesên xayin ên ku dan û stendinên wan bi dagirkeran re hene ji bîr nakin.
Di vê çarçoveyê de di 21`ê Tebaxa 2018`an de me mayînek li ser rêya Raca ya navenda Efrînê teqand. Di encama wê de 3 kesên ji derve yên ku hatine Efrînê û xwe li wê derê bi cih kirine, fermanên dewleta tirk a dagirker pêk tînin û malên welatiyan dagir dikin hatin kuştin.
Em hemû kesên ku ji derve hatin û xwe li Efrînê bi cih kirine hişyar dikin ku ji Efrînê derkevin yan jî dê bibin hedefên çalakiyên me.”