Hêzên gerîla li bejahiya navçeya Qaqizman a Qersê li leşkerên Tirk xistin. Di encamê de herî kêm leşkerek mir, 4 leşker jî birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiyên vê dawiyê yên gerîla agahî da.
LI QAQIZMANÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN, 4 JÎ BIRÎNDAR BÛN
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ku li gelemperiya Eyaleta Serhedê dest pê kiriye, hêzên me roja 14’ê Tebaxê saet 16:30’î li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker ku hewl dida li mintiqeya Tepê Reş a li herêma Kizil Kîlîse ya navçeya Qaqizman a Qersê bi cih bibe çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, herî kêm leşkerek hate kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.
NASNAMEYA GERÎLAYÊ ŞEHÎD BÛ
Di daxuyaniya 17’ê Tebaxa 2018’an de me dabûn xuyakirin ku 13’ê Tebaxê li herêma Kizil Kîlîse ya navçeya Qaqizman a Qersê dest bi operasyonê kir û hêzên me 14’ê Tebaxê li yekîneyên operasyonê xistin û di çalakiyê de 7 leşker hatin kuştin. Me ragihandibûn ku di çalakiyan de hevalê me Şervan ê bi lehengî li dijî dijmin şer kir, şehîd bû. Agahiyên li ser nasnameya hevalê me yê şehîd bû wiha ne:
Nasnav: Şervan Şaho Nav paşnav: Ridvan Yaşar Cihê jidayikbûnê: Agirî Dayik-Bav: Hediye-Kûtbettîn Dem û cihê şehadetê: 14’ê Tebaxa 2018’an / Qers |
BOMBERDÛMANA BI BALAFIRÊN ŞER
Di dewama daxuyaniyê de li ser bomberdûmana balafirên artêşa Tirk ev agahî hatin dayin:
“23’ê Tebaxê saet 10’an, balafirê şer ên artêşa TC a dagirker bombe li derdora girê Şekîf û Çemê Lolanê yên Xakurkê û qada Werxelê ya Zapê barandin, ku ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve ne.”