Turnuvaya Serî Hilde yê ku di destaya wezîşe û Ciwanên MSD çêkirin li Qamişlo despekir. Turnuva di astayê Bakûre Surî te lîstin tîma hêrema Cîzîr, Fîrat, Minbîç, Reqa, Tebqa û Dera Zor tevlî turnuva dibin.
QAMIŞLO – Pişî bi dawî kirina amadekariyên yekîtiya werzîşê û Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk bi dawî bûn turnuveya fotbolê ya bi navê şamypona Serî Hilde li ser asta Bakûrê Sûriyê dest pêkir. Di çervoveya qonaxa dûyemîn a hamleya Serî hilde de turnuveya yekemîn ya Bakurê Sûriya bi tevlî bûna 6 tîma dest pêkir.
Tîmên ku tevlî turnuva bûne ji herêma Cizîr, Firat, Minbiç, Reqa, Tebqa û Dêra Zorê ne. Turnuva pênçşemê dest pêkir û her hefte li pençşem, în û şemî dilîzin û giştî 3’ê meh berdewam dike. Tîma ya ku bi serdikeve diçe Başurê Kurdistanê û bi tîmên ji parçeyên din yê ku bi serketin bilîzin.
Derbarê vê mijarê de Bozan Berkel hevserokê desteya ciwan û werzîşê li herêma Firatê ji ajansa me re axivî û got: Ev turnuva hata çêkirin li bin hemleya serî hilde. armanca bitulê ya yekemîn biratiya gelan, duyemîn bituleke acil bû ji ber wê hinek tîmê herêma hazir nebûn.
Bozan di dawîa axaftina xwe de got: Em bi hêvîne ev turnuve serkeftî derbas bibe, armancekî baş ji vê turnuve derkeve û em serkeftinê ji hemû tîma ra dixwazin.’
Her wiha Rêveberiya yekîtiya werzîşê ya herêma Cizîrê Bêrc Serkisyan jî axivî û got: Armanca me ji li darxistina wê turnuvayê biratiya gelanê û hemû ciwanan bînin gel hev. Her wiha rihekî di nava ciwanan de ava bikin. Yê ku di vê turnuva bi serdikeve diçe Başûrê Kurdistanê û li wêderê bi tîma yê ku li Başûr serket dilîze. Em dixwazin bi vê turnuva çand û exlaqê ciwanên azad ava bikin.’