Gerîla Tv dîmenê çalakiya gerîlayên HPG û YJA-Star a 12’ê Adarê li gundê Kulê yê navçeya Agirî Bazîdê li dijî wesayîta leşkerî ya tîpa amarok weşand.
NAVENDA NÛÇEYAN – Gerîa Tv dîmenê çalakiya gerîla ya 12’ê Adarê li gundê Kulê yê navçeya Agirî Bazîdê li dijî wesayîta leşkerî weşand.
HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî parve kiribû;
“Li Eyaleta Serhedê di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de, 12’ê Adarê hêzên me nêzî gundê Kulê yê navçeya Bazîd a Agiriyê, li dijî wesayiteke bi tîpa amarokê çalakiyek kirin. Hêzên me çûn ser enqazê wesayita bi tîpa amarok û gelek malzeme û dokûmanên leşkerî yên di wesayitê de desteser kirin û wesayit şewitandin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.”