Rêzecivînên Yekitiya Ciwanên Rojava yên li kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa ya Efrînê didomîn. Di vê çarçoveyê de civînek li gundê Til Sosîn hat li darxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Bi amadebûna ciwanên ji gundê navçeya Fafîn, Ehirs û kampa Serdemê civîneke li gundê Til Sosinê, hate li dar xistin.
Piştî deqeke rêzgirtin Rêveberê Yekitiya Ciwanên Rojava Harûn Apoyî rola ciwanan di pêşxistin û parastina civakan de destnîşan kir û got, ciwan bingeha sereke ya avakirina civakê ye, divê hemû ciwan xwe li gorî Şerê gelê şoreşgerî bi rêxistin bike û ji bo rizgarkirina Efrînê amade bin.”
Apoyî her wiha got, “Ji bo pêkanîna armancên netewa demokratîk, wefedariya bi şehîdan û pêkanîna sozên bi rêber Ocalan re, her wiha ji bo pêkanîna biryarên konferansa rizgarkirina Efrînê, ji me tê xwestin em xwe birêxistin û perwerde bikin, ji ber ku rizgarkirina Efrînê di serî de erka me ye, em ê li hemberî dijminên Efrînê serî hild in û Efrîn rizgar bikin.”