Tûra siyemîn a qonaxa yekem a tûrnuveya netewî ya Ciwanên Kurd bi maça doh şev hate lîstin ve qediya.
SILÊMANIYÊ – Qonaxa yekem a Turnuveya Netewî ya Ciwanên Kurd a kû Rêkxirawî Jiyanewey Gencan (Rêxistina Vejîna Ciwanan) li dar dixe li hemû herêmên Başûrê Kurdistan ê berdewam dike. qonaxa yekem a li bajarê Silêmaniyê tê bi rêvebirin jî bi maça doh şev hate lîstin ve berdewam kir û tûra siyemîn a qonaxa yekemîn qediya.
Maça dawî ya tûra siyemîn di navbera tîmên futbolê yên bi navên Gencanî Mamosteya û Kurdistan hat lîstin. Herdû tîman jî jibo serkeftinê heya dawî li berxwedan û maçake hevseng hat lîstin di 60 deqqeyên maçê de herdû tîman jî hevdu bin nexist û maç 5 bi 5 qediya. Encama maçê bi lêdanên penaltı ve hat diyar kirin û Tîma Gencanî Mamosteyan di lêdanan de 3 – 2 bi serket.
Fînala ango maça herî dawî ya qonaxa yekem wê çarşema bê ango 29.08.2018 saet 9’ê êvarê were lîstin. Di encama vê maçê de tîma serketî û lîstikvanên herî baş yên qonaxa yekem wê werin xelat kirin.