Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên di şerê li Dersim û Colemêrgê de şehîd bûne eşere kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – HPG’ê diyar kir ku di şerê li navçeya Gever a Colemêrg û Dersimê de 5 gerîla şehîd bûne. Ji van gerîlayan 2 li Colemêrgê û 3 jî li Dersimê şehîd bûne.
HPG’ê têkildarî mijarê ev agahî parve kir:
9’ê Tebaxê dema ku yekîneyeke me li nêzî gundê Meskan a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bi erka xwe radibûn di nava wan û hêzên dagirker de şer qewimiye. Di vî şerê gelek leşkerên Tirk hatin kuştin de hevrêyên me Reşîd û Rizgar heta guleya xwe ya dawî şer kirin û bi lehengî şehîd bûn.
Di daxuyaniya 14’ê Tebaxa 2018’an de hatibû diyarkirin ku 11’ê Tebaxê li navçeya Pîlemûriye ya Dersimê de di navbera koma di pêşengtiya Atakan Mahîr û hêzên dagirker de tevahiya rojê şer rûdabûn. Di vî şerî de li gel hevrêyên me Atakan û Ronî 4 gerîlayên ku şehîd bibûn, piştî diyarbûna nasnameyan em bi raya giştî re parve dikin. Hevrêyê me yên bi navê Rabûn, Şoreş û Zinar û hevrêyê em yê din ji Partiya Komînar a Şoreşger (DKP) û Hêzên Yekbûyî ya Azadiyê (BOG) Mehemt Alî Kasirga bi nasnav Bairş Mûstefa Kalafat e.”
Nansameya gerîlayên şehîd bûne wiha ne:
|
Nasnav: Reşît Serdar Nav û Paşnav: Selîm Yavuz Karaoglan Cihê Jdayibûnê: Dîlok Navê Dayikê-Bav: Meliha – Şixo Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Colemêg- 9 ‘ê Tebaxa 2018 |
Reşît Serdar – Selîm Yavuz Karaoglan
Nasnav: Rizgar Oremar Nav û Paşnav: Fikret Fendîk Cihê Jdayibûnê: Colemêrg Navê Dayikê-Bav: Muhbel – Nezmî Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Colemêg- 9 ‘ê Tebaxa 2018 |
Rizgar – Fikret Fendîk
Nasnav: Rabun Zinar Nav û Paşnav: Servet Ozalp Cihê Jdayibûnê: Mûş Navê Dayikê-Bav: Hasret – Zulfîkar Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dersim- 11’Tebaxa 2018 |
Rabun – Servet Ozalp
Nasnav: Şoreş Masiro Nav û Paşnav: Firat Kaya Cihê Jdayibûnê: Mûş Navê Dayikê-Bav: Yildiz – Çelîk Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dersim- 11’Tebaxa 2018 |
Şoreş – Firat Kaya
Nasnav: Zinar Cesaret Nav û Paşnav: Ferît Çakar Cihê Jdayibûnê: Erzirom Navê Dayikê-Bav: Nejla – Siracettîn Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dersim- 11’Tebaxa 2018 |
Zinar – Ferît Çakar
HPG’ê herî dawî sersaxî ji malbatan re xwest û soza têkoşînê dan.
“Di serî de sersaxiyê ji malbat, hemû gelê welatparêz re dixwazin û heta ku hêviyên hevrêyên xwe bi cih bînin wê têkoşîna me bi hemû hêza xwe dewam bike.”