Kongreya 3 mîn ya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM bi hilbijartina 63 endaman û xwendina encamnameya kongreyê bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN – Kongreya 3 mîn a TEV-DEM ku di bin dirûşmeya “Bi civaka rêxistinî û azadd em ê serkeftinê mîsoger bikin” li navenda çand û hûner a Arama Tîkran a bajarokê Rimêlan ya kantona Qamişlo bi beşdar bûna 500 delegeyan hate li dar xistin bi hilbijartina 63 endamî û xwendina encamnameya kongreyê bi dawî bû.
Hevserokên Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Zelal Ceger û Xerîb Hiso ku nû di kongreyê de hatin hilbijartin axivîn û soz dan ku ew ê armancên tevgerê pêk bînin.
Hevserokan, lidarxistina kongrê li tevahî gelê Bakurê Sûriyeyê pîroz kirin. Di axaftinên hevserokan de hatin gotin, “Şoreş hê bi dawî nebûye, em di qonaxekê de ne pêwîstî bi xebateke mezintir heye, em rewşa Efrîn ji bîr nekin. Wekî TEV-DEM‘ê ji bo rizgarkirina Efrînê divê em bi hemû hêza xwe bi xebitin. Em ê tekoşîna xwe ta serkeftinê berdewam bikin.”
Xebatên Kongreya 3 mîn a TEV-DEM‘ê bi xwendina encamnameya kongreyê ji aliyê Berdevkê Têkiliyên Doplomasî yê TEV-DEM‘ê Kemal Akif ve bi dawî bû.