Ji bo Gerîlayê HPG’ê Sidîq Muradî (Dilsoz Ronî) yê ji Rojhilatê Kurdistanê li navçeya Pênciwên a Silêmaniyê konê sersaxiyê hate vedan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li mizgefta Geylanî ya navçeya Pêncwinên a Silêmaniyê ji bo gerîlayê HPG’ê Sidîq Muradî (Dilsoz Ronî) ku ji berî çend rojan di êrîşekî hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, konê sersaxiyê hate vedan. Di bin konê sersaxiyê de xizmên şehîd Dilsoz gotin ku ew bi şehadeta Dilsoz ku di ber axa Kurdistanê de şehîd bûye ser bilindin.
Hêjaye kotinê ku şehîd Sidîq Muradî (Dilsoz Ronî) di sala 1996an li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.