Rêxistina Gencanî Welatparêz ( Ciwanên Welatparêz ) ji bo azadiya Rêberê gelan Abdullah Ocelan li Baxê Giştî ya Silêmaniyê standa pirtûkan daynî.
SILÊMANIYÊ – Ciwanên Welatparêz li seranserî Başûrê Kurdistanê ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî her wiha ji bo azadiya Rêberê gelan Abdullah Ocelan demeke di nav çalakiyan de ne. Îro jî ciwanan li Baxî Giştî ya Silêmaniyê Standa pirtûkan danîn.
Di standê de li gel Pareznameyên Rêberê Gelan Abdullah Ocelan pirtûkên zanistî, dîrokî, wêjeyî, çandî, hunerî, erdnîgarî û hin kovar hatin danîn. pirtûkên bi zimanên soranî, kurmancî, erebî û farisî li standê de hebû.
Gel û ciwanan alaqayeke mezin nîşanî pirtûkan dan. Ciwanên ku li gel standê bûn bi gel û ciwanên ku serdana standê kirin re nîqaşên li ser rewşa Rêberê Gelan Abdullah Ocelan û li ser fikir û felsefeya Rêber Ocalan nîqaşan meşandin.