Şervanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ’ê Mahir Serhat Şengalî ku di êrîşa suîkastê ya li hemberî Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî de bi giranî birîndar bibû, şehîd bû.
NAVENDA NÛÇEYAN – Şervanên YBŞ’ê Mahîr Serhat Şengalî parasvaniya Mam Zekî Şengalî dikir û di dema êrîşa hewayî ya balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ku di 15’ê Tebaxa 2018’an de li Şengalê pêk hatibû de, birîndar bibû.
Mahîr Şengalî ku bi giranî birîndar bibû, li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Lê tevî hemû mudaxeleyan jî, têkoşîna jiyanê ya 14 rojan winda kir û şehîd bû.
Cenazeyê Şengalî, wê sibe saet di 16.00’an de li Goristana Ş. Dilgeş û Ş. Berxwedan a li Çiyayê Şengalê bi merasîmekê bê definkirin.