Şervanên YPG/ YPJ‘ê li navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê li dijî hêzên dagirker rêzeçalakiyên bi bandor kirin. Di çalakiyan de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Çavkaniyek ji YPG‘ê diyar kirin ku hêzên wan di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê, li navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê rêzeçalakiyên bi bandor li dijî hêzên dagirker pêk anîn. Di encama çalakiyê de kuştî û birîndarên dagirkeran çêbêbûn, her wiha erebeya wan a leşkerî hate rûxandin û midarek çek û cebilxane ket dest şervanan.
Navenda Ragihandinê ya YPG‘ê li ser çalakiyan dê daxuyaniyê bide.