Endama komîteya amadekar Rojamara S. qala giringbuyîn û amadekariyên Meşa Dirêj dike, ya ku li 2’ê Îlonê li bajara Elmanya Dortmundê destpêdike.
NAVENDA NÛÇEYAN – Meşa Dirêj ya ciwanan wek her sal ji bo azadiya Rêber APO tê lidarxistin. Vê sal Meşa ciwanan li 2’ê Îlonê li bajara Dortmundê (Elmanya) destpêdike.
Di der heqê çalakî de komîteya amadekar, Rojamara S., qala sedemên beşdarbuyînê dike. Di axaftina xwe de Rojamara S. bi teybetî bal dikşîne ser polîtikayên dewletê, yên ku dixwazin ciwan û gelê Kurd ji felsefeya Rêber APO dûr bixin. Lê li dijî van êrîşan Rojamara wiha dinirxîne: “erka me ya esasî ew e ku em Rêberê xwe azad bikin. Em ê wek ciwan kîlometre bi kîlometre ji bo azadiya Rêberê xwe bimeşin!“
Dawiya axaftina xwe de Rojamara S. dîsa bang dike ku hemû ciwanên Kurd û enternasyonalîst tevlî Meşa dirêj ya 2’ê Îlonê bibin.